Ciwanên binçavkirî hatin berdan

img
MÊRDÎN - Du ciwanên duh li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan. 
 
Duh li Taxa Saraçoglû ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê bi ser malan de hatibû girtin û ciwanên bi navên Ozgur Zîrek û Nûrûllah Durmaz hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozger, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” her du ciwan bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir. Ciwan, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.