Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir

img

ŞIRNEX- Waliyê Hewlerê Omîd Xoşnav serdana Şaredariya Cizîrê kir. 

Waliyê Bajarê Hewlerê yê Başurê Kurdistanê Omîd Xoşnav bi şandeya pê re li navçeya Cizîr a Şirnexê serdana şaredariya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Cizîrê kir. Xoşnav ji aliyê hevşaredarên Cizîrê Gulêr Tunç Yerbasan û Abdurrahîm Durmuş ve hate pêşwazîkirin. Xoşnav hevşaredar pîroz kirin û ji wan re serkeftin xwest. Piştî hevdîtina bi hevşaredaran  re Xoşnav bi şandeya pê re li navçeyê serdana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Cizîrê kir.