Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir

img
DÊRSIM - Wêneyên aydê komkujiya Dêrsîmê yên li Dîwarê 38’an a Dêrsîmê daliqandî bi biryara qeymeqamtiyê hat rakirin. 
 
Li navçeya Xozat a Dêrsîmê wêneyên li  Dîwarê 38’an a Dêrsîmê daliqandî bi biryara qeymeqamtiyê hat rakirin.  Dîwar di 2012’an de ji aliyê şaredarê demî Cevdet Konak ve hatibû avakirin. Wêneyên komkujiya 1937-38’an ya Dêrsîmê û nivîsên cur bi cur li dîwar hatibûn daliqandin. Wêne îro bi biryara qeymeqamtiyê ji aliyê polîsan ve hat rakirin.