Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Licikê ku kareseta madenê lê pêk hatibû cenazeyê 2 karkerên din jî hatin dîtin. 
 
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Alparslan Bayraktar ragihand ku cenazeyê ji 9 karkerên ku piştî hezaza li qada madenê ya navçeya Licik a Erzînganê pêk hatibû di bin axê de mabûn 2 ji wan hatin dîtin. 
 
Hate diyarkirin ku cenaze aydê karkerên bi navê Ramazan Çîmen û Kenan Oz in. 
 
Di hezaza ku 13’ê sibatê li qada madena zêr a li navçeya Licikê pêk hatibû de 9 kes winda bûbûn. Di 5’ê nîsanê û 19’ê nîsanê de cenazeyê 2 karkeran hatibû dîtin.