ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN

img

* Akademîsyen Dr. Kamuran Berwarî da zanîn ku piştî 30 salan avakirina 2 baregehên leşkerî li bajarê Zaxoyê statuya Başûre Kurdistanê ber bi xetereyê ve dibe û got: "Heke ku Erdogan glopa kesk ji Iraqê re pêxistibe li ser bingeha dijminatiya li dijî kurdan pêxistiye. Iraq jî dixwaze ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bi dawî bîne û vê deverê careke din têxe bin kontrola xwe da ku karibe hevbeş bike."

 
* Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglû bertek nîşanî girtina 3 rojnamegeran da û got ku ewilî rojnamegerên ku polîtîkayên desthilatê yên çareserkirina meseleya kurd dixitimînin eşkere dikin, hedef tên girtin. 
 
* Welatiyên ku li herêma Marûnîsê li dijî xebatên madenê dest bi nobedê kirin, diyar kirin ku heta qadên madenê neyên girtin wê çalakiya wan bidome û ji bo piştevaniyê bang li raya giştî kirin. 
 
* Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar ji bo çalakiya girtiyan banga xwedîderketinê kir û got: “Çalakî ne tenê ji bo gelê kurd e. Bidawîkirina tecrîdê wê di warê demokratîkbûyînê de tevkariyeke mezin li vî welatî bike." 
 
* Hat diyarkirin ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Islahiyeyê di serdegirtina qawîşan de rastî tundiyê hatine û paşê ew birin hucreyên yekkesî û li vir wiha gef li wan hatiye xwarin: "Hûn rastî dema Esat Oktay hatine yan na? Ger hûn nehatibin, nexwe hûn bi xêr hatin." 
 
* Parêzerê Hatîce Yildiz a ji ber ji keça xwe û hevala wê ya qawişê re pere şandin hate girtin, Xebat Demîrcan diyar kir ku divê muwekîla wî demildest ji çavên xwe emeliyat bibe û got: “Divê biryara taloqkirina înfazê were dayîn.”
 
* Musa Pîroglû anî ziman ku AKP-MHP dixwaze bi polîtîkayên şer desthilata xwe bidomîne û wiha got: “Divê darbeya di hilbijartinên herêmî de hatiye xistin were domandin û bi îstîfaya Erdogan dawî bibe.”
 
* Li Dêrsimê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê qûrbaniyên Terteleya 4’ê Gulanê bên bibîranîn. (10.00-19.37) ZINDΠ
 
* Dayikên Şemiyê dê di hefteya 993’yemîn a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê bên bahev. (12.00) 
 
* ÎHD û malbatên windakiriyan dê çalakiyên xwe yên heftane li Amed, Êlih û Colemêrgê bidomînin. (12.00) 
 
* Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê dê têkildarî girtiyên nexweş de daxuyanî were dayîn. (13.30) 
 
* Amedspor dê li sehaya xwe bi Menemen Belediyesporê re bilîze. (15.00) 
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li Enqereyê dê berdewam bike. (15.00-17.00) 
 
* Li Îzmîrê di pêşengtiya rêxistinên Elewî de bi boneya salvegera Komkujiyê Dêrsimê dê li eywana konferansê ya girêdayî Şaredariya Çîgliyê panel bê lidarxistin. (15.00) 
 
*Komeleyên Elewiyan dê qûrbaniyên Komkujiya Dêrsimê li Komeleya Dêrsimiyan a li Enqereyê bi bîr bînin. (16.00)