Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin

img
STENBOL - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglû bertek nîşanî girtina 3 rojnamegeran da û got ku ewilî rojnamegerên ku polîtîkayên desthilatê yên çareserkirina meseleya kurd dixetimînin eşkere dikin, hedef tên girtin. 
 
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayûmat ên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Stenbolê de hatibûn binçavkirin, di 26’ê nîsanê de ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin. Rojnameger bi hinceta “endamtiya rêxistinê" hatin sûcdarkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Koceliyê Omer Faruk Gergerlîoglû girtina rojnamegeran nirxand.
 
'EWILÎ ROJNAMEVAN HEDEF TÊN GIRTIN'
 
Gergerlîoglû bi lêv kir ku binçavkirin û girtina kedkarên Çapemeniya Azad nîşaneya wê yekê ye ku wê AKP di warê neçareserkirina meseleya kurd de tundtir bibe û got ku ewilî rojnamegerên ku desthilatdariyê teşhîr dikin dibin hedef. Gergerlîoglû wiha dirêjî da axaftina xwe: "Desthilat, di warê meseleya kurd de siyaseteke tund esas digire. Ji ber vê xebatkarên çapemeniyê yên geşedanên bi vî rengî radigihînin digire. Rojnameger raya giştî ronî dikin û mafê nûçegirtinê yê raya giştî esas digirin. Ez van girtinan wekî astengkirina hînkirina rastiyan dibînim." 
 
‘KA LÊGERÎNA TAZÎ TUNE BÛ?'
 
Gergerlîoglû bal kişand ser rewşa nûçegihana MA'yê Esra Solîn Dal a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê rastî lêgerîna tazî hat û got ku ev yek di heman demê de tundiya derûnî ye jî. Gergerlîoglû wiha domand: "Ev rewş wekî rêbazeke biçûkxistin û tepisandinê ye. Mixabin ev di demên dawî de li girtîgehên Tirkiyeyê her diçe zêdetir dibe. Gava me lêgerîna tazî anîbû rojevê, Serokwekîla Koma AKP'ê Ozlem Zengînê vê yekê bi tundî red kiribû. Gelek kes ji ber vê serî li me didin. Piştî rojnamger Dal jî rastî vê hat, min rewşa wê li ser medyaya sanal parve kir û min ji Ozlem Zengînê re got, 'Ka lêgerîna tazî tune bû?' Lê mixabin bersivek nehat." 
 
Gergerlîoglû destnîşan kir ku kesên li hemberî neçareserkirina meseleya kurd radibin wekî "terorîst" tên tawanbarkirin û got ku Tirkiye di hemû endeksên mirovî û hiqûqî de paşdemayî ye. Gergerlîoglû wiha dawî li axaftina xwe anî: "Yê doza mafê xwe dike wekî terorîst tê lansekirin. Rojnamevanan wekî terorîst nîşan didin. Atmosfereke tirsê hatiye afirandin. Divê rêxistinên rojnamegeran bi vê zanibin. Ev, bi dorê çêdibin. Ên duh digotin etrorîst, îro wekî terorîst hatine ragihandin. Ên îro xwe li bêdengiyê deynin dê sibê wekî terorîst bên îlankirin. Di vî warî de divê mirov saziyên çapemeniyê jî rexne û şermezar bike. Divê xwe teslîî vê atmosfera fetisîner nekin. Divê bi zelalî mafê hevalên xwe yên rojnameger biparêzin."