Çalakiya madenê di roja 13'an de ye

COLEMÊRG - Welatiyên ku li herêma Marûnisê li dijî xebatên madenê dest bi nobedê kirin, diyar kirin ku heta qadên madenê neyên girtin wê çalakiya wan bidome û ji bo piştevaniyê bang li raya giştî kirin. 
 
Çalakiya ku şêniyên Marûnisê di 22'yê Nîsanê de li dijî xebatên madenê yên ji sala 2007'an û vir ve didomin dan destpêkirin, di roja 13'emîn de berdewam dike. Şêniyên Marûnisê dixwazin demildest kana madenê bê sekinandin, texrîbata li derdorê hatiye kirin bê tanzîmkirin û qadên jiyanê yên gundiyan wekî berê bên çêkirin. 
 
Welatiyên ku li dijî talana madenê nobedê digirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
 
'HEYA NEYÊ GIRTIN EM Ê LI VIR BIN'
 
Abdûlezîz Dûman anî ziman ku ji ber madenê li gund xweza wêran bûye û wiha got: “Heta ku maden neyê girtin em ê çalakiya xwe bi dawî nekin. Xwediyê madenê Hizir Keskîn dibêje 'Ez Serokkomar im, Wezîrê Karên Navxweyî û Fermandarê Tûgayê me û me esas nagire. Herêma me talan kirin. Heywanên me li vir nikarin biçêrin. Heta ew neçin em ê li vir bin. Ji ber madenan bi deh hezaran gundî mexdûr in."
 
BANGAWAZÎ
 
Mûstafa Ozer diyar kir ku li gelek deverên ne biruxset tunel hatine çêkirin û lêgerînên madenê bi awayekî" qaçax" tên kirin. Ozer got: “Xwediyên madenan xwezaya me xera kirin. Hemû qadên ku xebatên madenê lê tên kirin, mêrg in û me heywanên xwe li wan dera diçêrand. Em dixwazin ev maden bên girtin û madenvan ji vir biçin." 
 
Ozer ku bang li parlementeran kir, xwestin vê meseleyê têxin rojeva Meclisê û got: “Hêzên leşkerî yên ku me ji axa me sirgûn kirin, îro dibêjin hûn li vir çi dikin. Gundê me şewitandin, niha jî bi madenan talan dikin û û dixwazin em bêdeng bin. Em qebûl nakin, demildest bila kana madenê bê girtin." 
 
Ahmet Dûman diyar kir ku divê saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û hemû parêzvanên hawirdor û xwezayê yên li bajêr piştgiriyê bidin çalakiya wan û wiha got: “Ev  ji bav û kalên me mane. Lê bi salan e tên wêrankirin. Divê hemû rayedar ji bo vê bêjin 'rawest e.' Xwezaya me ji ber gaza madenan jehrî bûye. Heywanên me nexweş dikevin û dimirin. Cihekî ku em heywanên xwe lê biçêrin tune ye." 
 
Dûman destnîşan kir ku ger qada madenê bê girtin wê herêm cardin bi xwe ve bê. 
 
MA / Mazlûm Engîndenîz