'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'

WAN - Hevserokê TUHAY-DER’a Wanê Çetîn Ûyar ji bo çalakiya girtiyan banga xwedîderketinê kir û got: “Çalakî ne tenê ji bo gelê kurd e. Bidawîkirina tecrîdê wê di warê demokratîkbûyînê de tevkariyeke mezin li vî welatî bike." 

Girtiyên siyasî yên li girtîgehan ku çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi rêya demokratîk çareseriya pirsgirêka kurd di 27'ê Mijdara 2023'yan de dabûn destpêkirin, ji 4'ê Nîsanê û vir ve neçûna dadgehan, hevdîtina bi  rêya telefonê û hevdîtina bi malbatê re boykot dikin. 
 
Hevserokê Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê Çetîn Ûyar, têkildarî çalakiya girtiyan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan axivî.
 
Ûyar da zanîn ku hem li girtîgehan hem jî li derve gelek çalakiyên şermezarkirina tecrîda “mutlaq” a li Girtîgeha Îmraliyê tên lidarxistin û got ku lê dewlet çav û guhên xwe girtine. Ûyar got: “Me di sala 2021’ê de li Baroya Wanê bi sazî û xizmên girtiyan re têkildarî tecrîda li ser Ocalan ‘Nobeda Edaletê’ da destpêkirin. Di sala 2023’yan de girtiyan bi heman daxwazê ??li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Xizmên wan li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê dest bi 'Nobeda Edaletê' kirin. Di heman çarçoveyê de ji bajarên Wan û Qersê yên Kurdistanê bi tevlêbûna 75 siyasetmedarên kurd 'Meşa Azadiyê' ji du milan hat destpêkirin. Meşa li bajarên Kurdistanê 15 rojan berdewam kir. Me sedemên tecrîdê û çima divê bê şikandin ji raya giştî re vegotin. Lê belê heta niha çi erênî çi neyînî tu bersiv nehatiye." 
 
'DAXWAZÊN GIRTIYAN ZELAL IN'
 
Ûyar bi bîr xist ku girtiyan çalakiya xwe ya boykotkirina dadgehê, hevdîtina bi rêya telefonê û hevdîtina bi malbatê re ji 4’ê Nîsanê ve didomînin û got: “Daxwazên girtiyan oir eşkere û zelal in. Heta agahî ji birêz Ocalan neyê girtin wê çalakiyên xwe bidomînin. Ji ber ku birêz Ocalan serok û rêberê gel e. Lewma kurd û dostên wan tecrîda li ser Ocalan qebûl bikin."
 
'TENÊ NE PIRSGIRÊKA GELÊ KURD E'
 
Ûyar destnîşan kir ku Abdullah Ocalan vîna gelê kurd e û banga xwedîderketina li çalakiyan kir: “Dema mijar birêz Ocalan be, gelê kurd û girtî wê her cure çalakiyan li dar bixin. Em dixwazin daxwazên girtiyan pêk bên. Çalakiyên ji bo rakirina tecrîdê ku ji aliyê girtiyan ve tên kirin, ne tenê ji bo gelê kurd e. Ji lew re tecrîda li Îmraliyê tevahiya civakê hepsî kiriye. Bidawîkirina tecrîdê wê di warê demokratîkbûyînê de tevkariyeke mezin li vî welatî bike."