Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin

DÎLOK - Hat diyarkirin ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Islahiyeyê di serdegirtina qawîşan de rastî tundiyê hatine û paşê ew birin hucreyên yekkesî û li vir wiha gef li wan hatiye xwarin: "Hûn rastî dema Esat Oktay hatine yan na? Ger hûn nehatibin, nexwe hûn bi xêr hatin." 
 
Li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê zext, tundî, binpêkirina mafan û pêkanînên kêfî didomin. Hat ragihandin ku girtiyên bi navê Ûgûr Urun û Îlhamî Îşçî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Îslahiyeyê di 26'ê Adarê de, di avêtina ser qawîşan de rastî tundî û gefên gardiyanan hatine.
 
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di lêgerîna li qawîşê de ku her hefte ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê kirin, gengeşî çêbûye. Piştî gengeşeyê Urun û Îşçî hem rastî tundiya devkî û hem jî ya fizîkî ya gardiyanan hatine. Piştî êrişê girtiyan xistine hucreyên yekkesî. Her wiha gava girtî ji bo raporê çûne cem bijşîşk, bijîşk ew muayene nekirine. Parêzerên hay ji bûyerê çêbûn jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Islahiyeyê dan û giliyê rêveberiya girtîgehê kirin. 
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Dîlokê Yûsûf Kartal çû girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin kir.
 
Kartal ku ewil çû serdana girtî Îşçî der barê hevdîtinê de ev tişt gotin: “Dema em çûn girtîgehê me dît ku ser çavê muwekîlê me Îlhamî Îşçî bi birîn e. Îşçî da zanîn ku bûyer di dema lêgerînê de pêk hatiye. Îşçiyê ku bi ekîba lêgerînê re bû geriyaye, diyar kir ku gardiyanan xwestiye benikê wan ê ku kincên xwe pê daldiqînin jêbikin û wî jî îtiraz kiriye. Piştî vê gardiyan bi ser wî de çûne û wî jî xwestiye hevdîtinê bi sergardiyan re bike. Sergardiyanê hatiye qawîşê, piştî guh li Îşçî kiriye, ji wî re gotiye 'Tu nikarî li ber karmendên min rabî. Dilê me çawa bixwaze em ê wiha bikin.' Piştî vê ji gardiyanan re gotiye 'Wî bibin.' Bi vê re 4-5 gardiyan îşçî li erdê dirêj kirine û ew bi lêdanê ji qawîşê derxistine. Gava Ûgûr Urun çav bi vê dikeve, li ber vê radibe. Sergardiyan ji yên din re dibêje 'Ûgûr jî bibin.' Gardiyan bi dijwarî li her duyan jî dixin û wan ji qawîşê derdixin." 
 
Kartal destnîşan kir ku gava her du girtî birine hucreyê, li vir jî hatine îşkencekirin. Kartal anî ziman ku serdardiyanê girtîgehê gef li muwekîlên wî xwariye û gotiye, “Hûn rastî dema Esat Oktay hatine yan na? Ger hûn nehatibin, nexwe hûn bi xêr hatin. Hûn rastî heyama Mehmet Agar hatin yan na? Ez ê ya xirabtir bînim serê we." 
 
Kartal da zanîn ku wê rojê muwekîlên wî xwestine muayene bibin, lê belê bijîşkê revîrê ji bo birînên ser çavên wan gotiye 'pirzikên biçûk' û di raporê de wiha tomar kiriye. 
 
Kartal bi lêv kir ku ji bo berpirs bên cezakirin ew ê şopdarê pêvajoya hiqûqî bin. 
 
MA / Ceylan Şahînlî