Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatine kuştin. 

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku DAIŞ’iyan li herêma Hûmûsê êrişî 3 baregehên aydê hikumeta Şamê û hêzên girêdayî wê kirine. Hate diyakirin ku di êrişan de herî kêm 17 leşkerên Şamê hatine kuştin. Hikumeta Şamê tu daxuyanî nedan.