Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin

img

STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê bersiva Wezareta Dadê ya têkildarî tecrîda Îmraliyê ya “tecrîd nîne” de ev daxuyanî da: “Yek parêzer û endamekî malbatê nîne ku di sala 2023’yan bikare biçe Îmraliyê. Hemû maf bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. Biryarên ku azadiyê xesp dikin bi dawî bikin.”

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin û malbat û parêzer bikarin biçin serdanê di 7’ê kanûna 2023’yan serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dabû. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a girêdayî Wezareta Dadê ji serlêdanê re bersiv da û îdia kir ku Abdullah Ocalan ê 38 meh in agahî jê nayên girtin ji mafên xwe sûdê digire û tecrîd nîne. 
 
DAXUYANIYA BUROYA HIQÛQÊ YA SEDSALÊ
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê bersiva têklidarî tecrîdê de daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Buroyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di serlêdana birêz parlamenteran de geşedanên ji sala 2011’an ve û agahînegirtina 38 mehan hatiye pirsîn lê di bersiva Wezaretê de nirxandin bi sala 2023’yan hatiye sînorkirin.
 
Cezayên dîsiplînê yên di sala 2023’yan de hatine dayîn û hatiye gotin ku ji ber van cezayan hevdîtinên bi malbatan re hatiye astengkirin. Lê belê ev cezayên disîplînê ji ber çi dane, çima 3 mehan bi awayekî periyodik (15’ê adara 2023, 26’ê hezîrana 2023-27’ê îlona 2023) hatine dayîn û çima pêvajoyên darizandinê yên dîsiplînê ji parêzeran veşartî tên meşandin nayê vegotin.”
 
Parêzeran îşaret kirin ku ji bilî her 3 cezayên dîsiplînê, cezayê dîsiplînê yê di 28’ê kanûna 2023’yan de hatiye dayîn jî di bersiva wezaretê de cih negirtiye.
 
‘HEMÛ MAF TÊN BINPÊKIRIN’ 
 
Buroyê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Di bersiva wezaretê de hatiye îdiakirin ku “Ji bo ku qala tecrîdê were kirin divê têkiliya girtî ya bi parêzer, malbat û girtiyên din re bi temamî ji holê bê rakirin.’ Wezareta hewl dide sînorên dawî yên pêkanîna tecrîdê diyar bike. Di sala 2023’yan de yek parêzer û endamên malbatê nîne ku di sala 2023’yan bikare biçe Îmraliyê. Weke di sala 2022’yan de û di sala 2024’an de berdewam dike. 
 
* Birêz Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve di sala 2019’an de (2’yê gulana 2019, 22’yê gulana 2019, 12’ê hezîrana 2019, 18’ê hezîrana 2019 û herî dawî 7’ê tebaxa 2019’an) ji bilî 5 hevdîtinên parêzeran nêzî 13 sal in yek hevdîtina parêzeran pêk nehatiye. Ji 6’ê cotmeha 2014’an ve ji bilî 5 hevdîtinên bi malbatan re (11’ê îlona 2016, 12’ê çileya 2019, 5’ê hezîrana 2019, 12’ê tebaxa 2019 û herî dawî jî 3’yê adara 2020’an) hemû hevdîtinên malbatan hatine astengkirin. 
 
* Birêz Vesî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ji roja birine Îmraliyê ve zêdetirî 9 sal in yek hevdîtina parêzeran pêk nehatiye. Birêz Aktaş û Konar ji sala 2015’an ve tenê 3 caran, birêz Yildirim jî tenê 2 caran karîne bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Daxwazeke wan ên hevdîtinê yên din nehatiye qebûlkirin. 
 
* Ji bilî axaftinên bi telefonê yên di 27’ê nîsana 2020’an de û 25’ê adara 2021’an de pêk hatin tu hevdîtinên din pêk nehatine.  38 meh in bi awayekî bi rêk û pêk ji Îmraliyê re name dişînin lê bersivek jî nehatiye. 
 
* Ji 25’ê adara 2021’an ku telefon di nivî de hatibû qûtkirin ve ji wan bi tu awayî agahî nayên girtin. 
 
BERDANA VEYSÎ AKTAŞ HATE ASTENGKIRIN 
 
Ya girîngtir jî tevî cezayê 30 salan ku li birêz Veysi Aktaş hatiye birîn di 28’ê nîsana 2024’an de temam kiriye jî bi biryareke îdarî û keyfî nayê berdan. Di 2’yê gulana 2024’an de îtîraza me ya li dijî biryara Lineya Çavdêrî û Îdareyê ya Îmraliyê ji bo Aktaş ê berdana wî salekê hate taloqkirin kiribû, nehate qebûlkirin. Her çiqas me daxwaz kiribe ku mînakeke biryarê ji me re bê dayîn jî ev daxwaz ji aliyê 3’yemîn Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê ve nehate qebûlkirin. Nakokiyên di navbera vê biryarê û daxuyaniya wezaretê ya ‘hevdîtin nayên astengkirin’ de pêşkeşî rayagiştî dikin. Lê em dixwazin balê bikişînin xisûseke din a girîng. 
 
Xala 59’emîn a qanûna bi hejmara 5275’an serdana parêzer a li girtîgehê bi giştî tê sererastkirin. Dema ku biryara dadgerê înfazê hevdîtina parêzer û girtiyê li girtîgehê qedexe dike jî, li gorî vê biryarê ne pêkan e ku pêşî li wergirtina mînakek ji dosyayekê bê girtin. Tekane sedema vê pêkanînê, ew e ku birêz Aktaş û Îmrali hem li derve hem jî li giravê bê parêzer bimînin. Bi vî awayî dema ku ‘rêgezeke qanûnê’ ya ‘nû’ tê avakirin organên qanûnçêkirinê ji derveyî vê tê hiştin. Ev asteke nû ya pratîka darazê ya li Îmraliyê ye. Di demekî ku nîqaşên destûra bingehîn didomin de dibînin ku destûra bingehîn a nû li Îmraliyê xwe daye nîşandan. Her wiha madeya 59’emîn a qanûna bi hejmara 5275’an  mafê parêzeran bi temamî qedexe nake, di hin şert û mercan de tenê bisînor dike. Lê belê dadgehên înfazê ji rêziknameya qanûnî wêdetir diçin û bi rengê ku birêz Ocalan û muwekîlên din ên bi parêzerên xwe re bi temamî bêpar bihêle bi cih tînin. 
BIRYARÊN AZADIYÊ XESP DIKIN BI DAWÎ BIKIN 
 
Agahînegirtina zêdetirî 3 salan a li Îmrailyê bi awayekî rewşa zêdebûna tecrîdê, teşeyeke dermirovî ye. Êdî aşkere ye ku rejîma zordar û awarte a li Îmraliyê nikare bê meşandin, domandin. Em bang li Wezaretê û daraza Îmraliyê dikin ku dawî li şertên şaşiyên mutleq ên li derveyî rêziknameya hiqûqî ya heyî tên meşandin, dawî li biryarên ku azadiyê xesp dikin binîn, li Serokatiya Meclisê, endamên Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan û parlamenteran û raya giştî ya hêja dikin ku ji bo fermaneke demokratîk û pêşerojeke aştiyane hesas bin û dawî li van pêkanînan bînin.”