Li Edeneyê 2 kes hatin girtin

img
EDENE - Li Edeneyê ji 15 kesên binçavkirî 2 ji wan hatin girtin. 
 
Li Edeneyê di serdagirtinên malan ên di 30 nîsanê de 7 jê zarok 15 kes hatin binçavkirin. Piştî karûbarê îfadeya li midûriyeta polîsan 15 kes sewqî Edliyeya Edeneyê hatin kirin. Ji 15 kesan E.G. û E.Y. bi îdiayên “Ser navê rêxistinê kirina sûc” û “Madeyên bi taluke bêyî destûr hilgirtin û guherandinê” hatin girtin. Binçavkiriyên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan.