Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man

ŞIRNEX- Li Cizîrê piştî barana zêde xanî, tax û kolan di bin avê de man.
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê li gel barana ku ji nişka ve li bajêr bariye, kuçe, kolan û tax di bin avê de man. Ji ber lehiya ku piştî barana zêde rabûye, hin jêrzemînên xaniyên li taxên Nûr, Sûr û Cûdî di bin avê de man. Ava ku li mal û kargehan kom bûye bi midaxeleya tîmên şaredariyê tê valakirin.