Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide

DÊRSIM- Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ku di salvegera Komkujiya Dêrsimê de axivî, got: "Seyîd Riza û hevrêyên wî 100 sal berê serî netewandin. Em dizanin ku gelê Dêrsimê wê îro jî li ber vê zilm û qirkirinê bêdeng nemîne." 

Li Dêrsimê, bi boneya salvegera Komkujiya Dêrsimê ku di 4'ê Gulana 1937'an de hatibû kirin, li Qada Seyîd Riza bîranîn hat lidarxistin. Di bîranînê de pankartên "Komkujiya Dêrsimê ji bîr neke", "Bila navê Dêrsimê û navên berê yên deverên Dêrsimê bên îadekirin", "Xo vira meke", "Ji bîr neke" û "Bila arşiv bên vekirin û rastî bê parvekirin" hatin vekirin. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî bîranînê bûn.
 
Di bîranînê de ewilî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî. Hatîmogûllariyê anî ziman ku ewlî ji aliyê bîrdoziya fermî hedef hatine girtin û got: "Komkujiya Dêrsimê, komkujiya herî mezin a dîroka Tirkiyeyê ye ku elewî rastî wê hatine." 
 
Hatîmogûllariyê destnîşan kir ku elewî ji zû de ye li vê xakê tên qetilkirin û got: "Desthilata heyî jî îro bi polîtîkayên xwe wekî yên berê tevdigere. Ji bo jiholêrakirina vê baweriyê bîrdoziya fermî çi qasî xebitî be, îro ro bi versiyonên cüda heman tişt tên domandin. Niha elewîtiyê bi Wezareta Çand û Turîzmê ve girêdane, lê ya rast ev nişan dide ku ew polîtîkayên bi salan li ser elewiyan pêk anîne, ber bi asteke din ve birine." 
 
Hatîmogûllariyê bilêv kir ku civaka elewî tu carî serî li ber polîtîkayên asîmlasyonê netewandiye û wê netewîne jî. 
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî anî ziman ku 87 sal berê bi dehhezaran elewî bi destên dewletê hatine qetilkirin û got ku gelê kurd jî her tim li dijî vê komkujiyê têdikoşe."
 
Keskîn destnîşan kir ku wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide û got: "Seyîd Riza û hevrêyên wî 100 sal berê serî netewandin. Em dizanin ku gelê Dêrsimê wê îro jî li ber vê zilm û qirkirinê bêdeng nemîne."