Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn û banga "hevrûbûnê" hat kirin. 
 
Di 87'emîn salvegera Komkujiya Dêrsimê de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û bibîranîn hatin lidarxistin. 
 
ENQERE
 
Komeleya Dêrsimiyan a Enqereyê, Komeleya Varto ya Enqereyê û Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) kesên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Hevserokê Komeleya Dêrsimiyan Huseyîn Arat di bîranînê de daxuyaniya hevpar a çapemeniyê xwend û diyar kir ku beriya 87 salan komkujiya herî xwîndar a dîroka Komarê pêk hatiye. Arat got: "Çawa ku Seyît Riza çok danenî, divê em jî li dijî dewleta ku berhema heman ferasetê ye serbilind bin û ji bo mafên xwe têkoşîna xwe xurt bikin." 
 
Piştî Arat Parlementerê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek, Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Öztürk Turkdogan û Hevseroka Komeleya Dêrsimiyan Çîgdem Çamkiran jî axivîn. Di axaftinan de îşaret bi "hevrûbûyînê" hat kirin. 
 
Di bîranînê de kilam hatin gotin û loqme hatin belavkirin. 
 
STENBOL
 
Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF), Federasyona Yekîtiya Demokratîk a Dêrsimê ya Ewropayê (ADEF), Navenda Lêkolînê ya Dêrsimê (DAM) li Qada Rihtim a Kadikoyê bîranînek li dar xistın. Gelek partiyên siyasî, rêxistinên herêmî û baweriyan beşdar bûn û pankartên "Me tu tişt ji bîr nekiriye, me tiştek efû nekiriye" û "Ma qe thaba xu virra nekerd ma, qw thaba xu ef nekerd" hatin vekirin. Serokê DEDEF'ê Alî Riza Bîlîr daxuyaniyê xwend.
 
Piştî daxuyaniyê Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek axivî û îşaret bi xurtkirina têkoşîna civakî kir. 
 
Bîranîn bi zêmarên ji bo yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û bi belavkirina loqmeyan bi dawî bû. 
 
ÎZMÎR
 
Rêxistinên Elewiyan li têketina çarşiyê ya Karşiyakayê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankartên wêneyên Seyîd Riza, Alîşêr, Zarîfe û Nûrî Dêrsimî li ser hatin vekirin û dirûşmên "Dewleta qatil wê hesab bide" hatin berzkirin. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya kirmanckî ji aliyê Hevserokê Komeleya Çand û Piştevaniyê ya êrsimê ya Îzmîrê Hasan Alî Kiliç û tirkiya wê jî ji aliyê Hevseroka Şaxa DAD a Îzmîrê Nebat Çelîk ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê komkujî hat şermezarkirin. 
 
Piştî daxuyaniyê çira hatin vêxistin û loqme hatin belavkirin. 
 
EDENE
 
Platforma Elewiyan a Edeneyê, li Navenda Çandê ya Selman-i Pak bîranînek li dar xist. Beriya rêzgirtinê çira hatin vêxistin. Berdevkê Platforma Eleiyan a Edeneyê Cafer Poyraz kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîranîn. Di bîranînê de sînevîzyon hat nişandan.