Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran hişyariya barîna barana zêde kir. 
 
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) bi daxuyaniyekê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelemperiya welêt dê ewr hebin. Midûriyetê got ku dê li bajarên Edîrne, Stenbol, Kirklarelî, Kocaelî, Afyonkarahîsar, Edene, Antalya, Burdur, Hatay, Enqere, Eskîşehir, Konya, Yozgat, Bolu, Duzce, Zonguldak, Samsun, Tokat, Trabzon, Erzirom, Qers, Meletî, Wan, Amed, Dîlok, Sêrt û Rihayê baraneke zêde bibare û birûsk hebin. 
 
HIŞYARIYA BI KODA ZER
 
Bajarên ku meteorolojiyê bi koda zer hişyarî dayî jî ev in: “Edene, Artvîn, Amed, Erzîngan, Gîresun, Gumuşhane, Hatay, Mereş, Mêrdîn, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dêrsim, Bayburt, Êlih, Şirnex û Osmaniye.”