ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN

img
* Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Guherîna Avhewayê, wesayîta çopê ya ku tahsîsî Şaredariya Qereyaziyê kiribû, piştî şaredarî ket destê DEM Partiyê ji şaredariyê xwest. 
 
* Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Amedê Serhat Kiliç ku pêşnûmaya mufredata nû ya Wezareta Perwerdehiyê wekî "yektîp" nirxand, got: "Divê di mufredata nû de perwerdehiya bi zimanê zikmakî hebe. Divê demokratîk, zanistî û laîk be." 
 
* Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bertek nîşanî bersiva Wezareta Dadê da ku gotibû "tecrîd tune ye", wiha got: "Ger tecrîd û binpêkirin tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?" 
 
* Hevseroka Şaxa ÎHD a Colemêrgê Sîbel Çapraz ku têkildarî çalakiya girtiyan axivî, got: "Berî xebera mirinê ji girtîgehan bê, divê em berpirsiyariyê hilgirin." 
 
* Karsazê AKP'î Suleyman Bolûnmez bi tunela ku di bin gundê Avgamasyayê çêkiriye, bîrên avê yên gundiyan teqandin. Gundiyên ku zêdetirî mehekê ye bê av in, gotin: "Mehek e ava me nayê. Me fêkî û zebze neçandin, darên me jî hişk bûn."  
 
* Weşanxaneyên kurd ji ber krîza aborî û qedexeyan rojên zehmet derbas dikin. Gerînendeyê Giştî yê Weşanên Payîzê Jehat Rojhilat got ku ji 10 kesan 5 jê dikarin pirtûkan bikirin û wan jî ji bo vê pirsgirêkê çareser bikin birya dan ku sehef ava bikin. 
 
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê biçin serdana şaredariyên bajarên mezin ên Amed û Mêrdînê. (11.00-14.30)
 
* Dê li Amedê Cejna Paskalyayê bê pîrozkirin. (13.30)
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (15.00)