Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in

img

ŞIRNEX- Karsazê AKP'yî Suleyman Bolûnmez bi tunela ku di bin gundê Avgamasyayê çêkiriye, bîrên avê yên gundiyan teqandin. Gundiyên ku zêdetirî mehekê ye bê av in, gotin: "Mehek e ava me nayê. Me fêkî û zebze neçandin, darên me jî hişk bûn."  

Karsazê AKP'î Suleyman Bolûnmez ku li herêma Şirnexê gelek kanên komirê dixebitîne, ev salek e li Çiyayê Cûdiyê karê tunelê dike û di heman demê de xwezayê jî talan dike. Bolunmez ku di bin gundê Avgamasya yê Şirnexê de tevî nêrazîbûnên gel jî tunelê bir, bîrên avê yên şêniyên gundan qut kirin. Bîrên ku çend sal beriya niha şêniyên gund bi derfetên xwe çêkiribûn, Bolunmez bi carekê ew tune kirin. Gundiyên ku zêdetirî mehekê ye bê av in, bax û baxçeyên wan hişk bûne û gelek ji wan jî ji ber tunebûna avê fêkî û zebzeyên xwe neçandine. 
 
'BI YEK CARÊ BÎRÊN AVÊ QUT KIRIN'
 
Ji şêniyên gund Îbrahim Sultan diyar kir ku heke ava wan neyê berdan ew ê tunela ku di bin gundê wan de diçe bigirin û wiha axivî: "Di sala 2017'an de em ji Şirnexê hatin vê derê. Ava me kêm bû, xetên avê kêm bûn. Me jî bi derfetên xwe hosta anîn û ji xwe re bîr vekirin û ji xwe re zevî çandin. Di vê hilbijartina derbasbûyî de ji xetekê av dihat. Lê vê pergalê ew jî li ser me girt. Heftê rojekê yan jî rojan carekê av ji me re dihat. Me îdareya xwe dikir. Me pêdiviyên xwe bi wê avê pêk dianîn. Min bîr vekir û li ser vê bîrê me 4 malan pêdiviyên xwe pêk dianîn. Lê pênc roj beriya cejnê Sûleyman Bolunmez û dewlemendên Şirnexê bûn yek û di bin gundê me de tunel çêkirin û bi yek carê bîrên me yê avê qut kirin. Ji wê demê heta niha avên me nayên. Zeviyên me hişk bûne, darên me hişk bûne. Ez niha biçim dareke Bolunmez bibirim dê 20 sal cezayê girtîgehê bidin min, lê 500 darên me ji ber wî hişk bibin ne pirsgirîk e. Li dijî vê kirina Bolunmez me xwe kom kir û em çûn me giliyên xwe jê re kirin. Ji me re got,'ez ji we re tiştekî nakim, em ê xeteke avê ji nexweşxaneyê re bibin dema ku me ji nexweşxaneyê re bir em ê xetekê ji we re jî vekin.' Me qebûl nekir û me got, 'bê bîr nabe.' 2 roj beriya niha em çûn ber deriyê tunelê me got, 'em ê tunelê bigirin.' Me sê roj wext dane wan. Di van sê rojan de ava me çênekin em ê wê tunelê bigirin. Çimkî debara me nabe û em jî guneh in, em jî hemwelatiyên vî welatî ne.  Bila nebêje 4 qirûş pereyê me hene em çi dixwazin em ê bikin. Ava me bernedin em qebûl nakin." 
 
'JI BER KU AV TUNE YE ME FÊKÎ NEÇAND'
 
Ji şêniyên gund Heybet Gungen jî anî ziman ku ji ber tunebûna avê wan zebze û fêkî neçandine û got: "Ev nêzî mehek e avên me birîne. Tunel danîn û avên me birin. Kesên ku ev tunel di bin gundê me de birine avên me qut kirin. Av nebe mirov nikare tiştekî bike. Ne em dikarin firaqekî bişon û ne jî dikarin zeviyên xwe av bidin. Ji ber ku av tune ye me îsal fêkî û zebze neçandin. Daxwaza me ew e ku avên me berdin û vê pirsgirîka avê çareser bikin." 
 
'EV MEHEK E DILOPEKE AV NAYÊ'
 
Gulîzar Sultanê jî bi lêv kir ku ji ber tunebûna avê ew pir zehmetiyê dikêşin û ev tişt got: "5 roj pêşiya meha Remezanê heta niha avên me nayên. Ava bîran jî ji wê demê heta niha hatiye birin. Dibêjin em ê çêbikin lê ev bû mehek e em di vê rewşê de ne. Em pir zehmetiyê dikêşin. Av tune ye û em nikarin karekî bikin. Xweşiya gundan jî av e, heke ku av nebe ma em ê çi bikin vê derê? Ev meheke dilopek avê nayê. Kesek jî pirsa me nake."
 
'EM Ê BÊAV ÇAWA ÎDARE BIKIN?'
 
Ji jinan Fatma Ustunê jî bertek nîşanî qutkirina bîrên avê da û daxwaz kir ku avên wan berdin û got: "Ev mehek e em bê av in. Ev tunel çêkirin û aramî ji me re nehiştin. Heke ku av nebe em ê çi bikin? Baxçeyên me hene, darên me hene emê bêav  çawa îdare bikin? Demsala biharê ye û meha paqijiyê ye, lê av tune ye. Bila avên me berdin. Bîrên me sed metre kûr bûn lê hemû bi vê tûnelê xerab kirin.  Ne av heye û ne çi hal heye. Pir zehmetê dikêşin."
 
'EM Ê HETA KENGÎ BI TANKERAN AVÊ VEKÊŞÎN?'
 
Hatîce Kuçuk jî da zanîn ku ew bi tankerê avê dikêşin û got ku ji ber tunebûna avê ew nikarin debara xwe bikin û ev tişt anîn ziman: "Bîrên me qut kirin. Bi tankeran em ê çawa îdare bikin? Heke ku av nebe ma tu wateya vî gundî dimîne? Yek û yek bîrên tevahiya gundan tunekirin û avên me qut kirin. Demsala biharê ye av tune ye. Bi tankeran avê dikêşin. Ma rojek, du rojan sê roja ma em ê heta kengî bi tankeran avê bikêşin? Bila ava me çêbikin. Neheqî li me kirin em vê qebûl nakin. Me nexwest ku di bin gundê me de tunelê bibin lê tevî nerazîbûna me jî tunel birin û avên me qutkirin."