Piştî DEM Partî bi ser ket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir

img

ERZIROM- Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Guherîna Avhewayê, wesayîta çopê ya ku tahsîsî Şaredariya Qereyaziyê kiribû, piştî şaredarî ket destê DEM Partiyê ji şaredariyê xwest. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di 31'ê Adarê de Şaredariya Erziromê ya Qereyazî (Karayazî) ku di destê qeyûm de bû, bi dest xist. Piştî ku DEM Partî bi ser ket, Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Guherîna Avhewayê kamyona çopê ya ku ji şaredariyê re stendibû, ji şaredariyê xwest. 
 
Hevşaredarê Qereyaziyê Fûat Tûtkûn der barê mijarê de axivî û diyar kir ku kamyona çopê bi awayekî demborî tahsîsî şaredariyê hatiye kirin û piştî 31'ê Adarê dîsa ji şaredariyê hatiye xwestin. Tûtkûn got: "Ji bo wesayita çopê 432 hezar û 48 TL hatiye diyarkirin û ev qas ji budçeya şaredariyê tê girtin. Di protokolê de ku bi Midûriyeta Şopandina Veberhênanê û Koordînasyonê ya Walîtiya Erziromê re hatiye kirin, xala 'tahsîsa demoborî' hatiye zêdekirin. Ji ber ku ev xal lê hatiye zêdekirin, piştî hilbijartinê wesayîta xwe dixwaze. Her der di nava çopê de ye û pêdivî bi wesayîta çopê heye. Bi vî awayî dixwazin gel ceza bikin. Lê çi dibe bila bibe em ê xizmeta gelê xwe bikin. Ger hewce bike em ê bi xwe çopê berhev bikin." 
 
Tûtkûn bal kişand ser hin nelirêtiyên qeyûman jî. Tûtkûn bilêv kir ku qamyoneke bi modela 2014'an a kevn ji navçeya Sorgûn a Yozgatê hatiye stendin û got ku tenê fîrmayeke ketiye îhaleya qamyonê. Tûtkûn da zanîn ku ji bo îhaleyê 4 milyon û 350 hezar TL hatiye dayîn û got ku lê mirov niha dikare bi wî pereyî qamyoneke baştir bistîne. 
 
Tûtkûn da zanîn ku dîwarê îstindaê yê qeymeqamtiyê û qulûbeya wê ya notirvaniyê û avahiya xeracê jî bi budçeya şaredariyê hatiye çêkirin.