'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'

img

COLEMÊRG - Hevseroka Şaxa ÎHD a Colemêrgê Sîbel Çapraz ku têkildarî çalakiya girtiyan axivî, got: "Berî xebera mirinê ji girtîgehan bê, divê em berpirsiyariyê hilgirin." 

Çalakiyên girtiyên siyasî yên di 27'ê Mijdara 2023'yan de ji bo "Azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi rêyên demokratîk çareseriya pirsgirêka kurd" li girtîgehan hatin destpêkirin, di roja 160'an de berdewam dikin. Çalakiyên greva birçîbûnê ya dorveger  ji 4'ê Nîsanê ve ber bi asteke din ve çûn. Girtî ji 4'ê Nîsanê ve çûna dadgehan, hevdîtina bi rêya telefenê û hevdîtin bi malbatên xwe re boykot dikin. 
 
Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Sîbel Çapraz çalakiya girtiyan nirxand.
 
Çaprazê destnîşan kir ku sedema bingehîn a çalakiyên li girtîgehan bertekên li hemberî agahînegirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Çaprazê got: “Her kes baş dizane ku vîna gelê kurd niha li Îmraliyê girtî ye û ji ber vê û binpêkirinên mafan çalakiyên bi vî rengî pêş dikevin. Çalakiyên girtiyên siyasî yên li dijî polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê û li tevahiya civakê belav bûne, bertekek e."
 
Çaprazê da zanîn ku têkildarî binpêkirinên mafan gelek kes serî li wan dibe û got ku malbatên xeberê ji zarokên xwe nagirin bifikar in. 
 
Çaprazê diyar kir ku di serlêdanên tên kirin de muxatabekî nabînin û got ku piştî her serlêdanê girtîgeh berê wan dide Wezareta Dadê û wezaret jî cardin berê wan dide girtgehê. 
 
Çaprazê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û bibîr xist ku di girtîgehan de bi sedan girtiyên ku nexweşîna pençeşêrê bi wan re heye û felcî ne hene. Çaprazê destnîşan kir ku neberdana girtiyên nexweş û girtiyên di ser 75 salî re nayê qebûlkirin û got: "Demildest divê dawî li vê pêkanînê bê û girtiyên nexweş bên berdan." 
 
BANGAWAZÎ
 
Çaprazê anî ziman ku rêveberiya girtîgehê li hemberî girtiyan bi awayekî "kêfî" tevdigere û got: "Tecrîd gihaştiye asta jor. Divê hemû rêxistinên sivîl û nûnerên partiyên siyasî ji bo çalakiyên vê dawiyê dengê xwe bilind bikin. Berî ev yek ber bi rewşeke xetere ve biçe, berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin."