Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!

img
MÊRDÎN - Li Şaredariya Artukluyê nêzî 100 “personelên bankamatîkê” ku di serdema AKP’ê de girtine kar, hêj dest bi karê xwe nekirine. Hevşaredar Mehmet Alî Amak da zanîn ku kesên li ser ÎŞKUR’ê hatine girtin dixebitin û yên AKP’î jî li cihê xwe rûniştine û nayên kar lê mûçeyên xwe werdigirin. 
 
Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Şaredariya Artuklu ya Mêrdînê ji destê AKP’ê derxist. Hevşaredar Munevver Olker û Mehmet Alî Amak di 8’ê nîsanê de mazbatayên xwe wergirtin, deriyên şaredariyê li gel vekirin û cîhazên X-ray rakirin. Piştre jî têkildarî serdema AKP’ê lêkolîn dan destpêkirin. Hat tespîtkirin ku di serdema AKP’ê di navbera 27-28 û 29’ê adarê de bi milyonan lîre hatine xerckirin. Hat tespîtkirin ku di meha dawî de 30 milyon lîreyên di qasaya şaredariyê de hatine xerckirin û qasa bi temamî hatiye valakirin. Ev lêçûn jî ji bo kirêkirinê, organîzasyon, kirtasiye û hwd. hatine kirin. Kesên li ser ÎŞKUR’ê li şaredariyê hatibûn bicihkirin jî li ser banga qeymeqamtiyê paşve hatin girtin lewma di karên eslî de kêmasî derketin holê. Di heman demê de bi dehan kesên weke ku di şaredariyê de dixebitin xuya dikin lê qet nehatine şaredariyê hatin tespîtkirin. Her wiha li gelk Şaredarê AKP’î Mehmet Tatlidede, hat tespîtkirin ku Serokê AKP’ê yê Bajar Vahap Alma û gelek rêveberên AKP’ê jî weke “personelên bankamatîk” li şaredariyê hatine bicihkirin. 
 
Hevşaredar Mehmet Alî Amak têkildarî lêkolînên xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
‘DEPOYÊN WESAYÎTAN HATINE VALAKIRIN’ 
 
Amak, têkildarî derengdayîna mazbatayan wiha got: “Xwestin demê qezenc bikin ku ewraqên li şaredariyê hiştine û qoliyên alîkariyê derxînin û hundirê şaredariyê vala bikin. Dema em li benda wergirtina mazbatayan, gelek bêusûlî kirine. Yek ji van jî ew e ku qoliyên alîkariyê li ser fermana Tatlidede derxistine. Li gel vê, hewl dane hinek bêusûliyên xwe veşêrin. Yek ji mijara ku em ji ewil rast hatin jî fatûreya sotemeniyê ya bi bihayê 5,5 milyon TL’an bû. Me dît ku di depoyên wesayîtên me de sotemenî tune ye û ya di depoyan de jî hatiye valakirin.” 
 
‘AKP’Î BÊYÎ BÊN ŞAREDARIYÊ PERE WERGIRTINE’
 
Amak, destnîşan kir ku pirsgirêkên ewil çareser kirine û li qadê dest bi xebatên paqijiyê kirine. Amak, wiha domand: “ÎŞKUR’ê personelên xwe ji qadê vekişand û kesên li qadê bixebitin tune bûn. Personelên di lîsteyên şaredariyê de li qadê tune bûn. Bi rastî jî me mereq dikir bê ka ev li ku ne. Dema em li referansa wergirtina personelan dinêrin, ji paşnavên wan diyar dibe. Keç, kur, xwişk, bira, hevjîn, xezûr û hwd. ên rêveberên AKP’ê girtine kar. Tenê yek kesê ji nava gel negirtine kar. Li qadê tenê yek personel tune ye lê kesê ajokariya Serokê AKP’a BAjar Vahap Alma dike, biraziyê wî, birayê wî, xwişka wî ev 15 meh in ji Şaredariya Artukluyê mûçeyê distînin. Lê yek rojê jî nehatine şaredariyê. Her wiha cîgirê serokê bajar, serokê baskê ciwanan, serokê navçeyê, sekreterê navçeyê, xwişk-birayê sekreterê navçeyê, keçû kurên hinek endamên meclisa şaredariyê girtine kar. Hinek endamên meclisa şaredariyê 6,7,8 personel girtine kar. Bi giştî nêzî 100 personelên wiha hene. Ev yek niha li ser kaxizê hene lê xuya nakin. Gelek personelan jî li van nihêrtine û nehatine kar. Ne cihê wan ne jî ew bi xwe xuya dikin.” 
 
XEBATKARÊN ÎŞKUR’Ê XEBITÎN, AKP’IYAN XWARIN 
 
Bi domdarî Amak anî ziman ku qonaxên şaredariyê yên li taxan neçalak hatine hiştin û ev agahî da: “Li şûna perwerdekaran, personelên buroyê, endezyarên înşaetê yan jî avahîsaz girtine van qonaxan. Tevahiya karên xwe bi xebatkarên ÎŞKUR’ê dane kirin lê personelên esasî li şûna xwe rûniştine û tenê xwarine. Me dît ku pergala xwe bi vî awayî ava kirine.” 
 
‘QASAYA ME VALA KIRINE’
 
Di berdewamê de Amak bi bîr xist ku Şaredariya Artukluyê di sala 2014’an de derbasî rêveberiya DBP’ê bûye û di 2016’an de qeyûm lê hatiye tayînkirin. Amak, wiha pê de çû: “Ji wê rojê ve her tim şaredarî hatiye deyndarkirin. Nêzî 200 milyon TL deynê şaredariyê heye. Nêzî 100 milyon TL deynê krediyê, 42 milyon ê piyasayê û deynên hatine fatûrekirin hene. Li gel vê, nêzî 200 milyon TL deyn hiştine. Mixabin ev deyn ji bo xebatên berhemdar nehatine kirin. Dema em li hesabên bankan dinêrin, di 1’ê nîsanê de qasaya me hatiye valakirin. Yek qirûş pere tê de nehiştine. Di 29’ê adarê de bi bihayê 7 milyon TL’an fatûre hatiye tehsîskirin. Di 28’ê mehê de 6 milyon û bi vî awayî di nava 3 mehan de nêzî 30 milyon hatine xerckirin. Fatûreyên pêlîstokan, yên organîzasyonan, wesayîtan, kirtasiyê... Nêzî 3 milyonan amûrên kirtasiyeyê kirine. Lê dema em di 13’ê nîsanê de hatin şaredariyê kaxiz-pênûsên hevalên me bi kar bînin tune bûn. Anku van çavkaniyên şaredariyê ji bo ranta xwe tune kirine.” 
 
‘EM Ê JI BER BÊUSULIYÊN HATINE KIRIN GILÎ BIKIN’ 
 
Amak, axaftina xwe wiha qedand: “Em girîngiyê didin ked û demokrasiyê. Daxwaza zêde ya gel ji bo xizmetê heye. Ev personel an dê biçin li qadê bixebitin an jî dê ji kar bên derxistin. Di çarçoveya daxwaza gel de em ê di demekî herî nêz de personelan bişînin qadê. Em naxwazin kesên bi rastî jî karê xwe dikin ji kar derxînin. Lê yên naxwazin bixebitin hebin em ê ji kar derxînin. Her wiha dê lêkolîna bikin û derheqê bêusûliyên hatine kirin de gilî bikin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal