Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter gundên Şêrawa ya Efrînê û herêma Şehbayê topbarankirin. 
 
Artêşa tirk û komên wê yên paramîlîter gundên Soxanekê û Aqîbe yên navçeya Şêrawa ya Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kirin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; gundê Deqaq ê herêma Şehbayê jî bi awayekî hemwext hate bombebarankirin. 
 
Têkildarî encamên bombebaranê tu agahî nehatin bidestxistin.