Li Hesekê teqîn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li çaregoşeya ewlehiyê ya Hesekê ku di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê de ye, teqîn pêk hat. 
 
Li Çargoşeya Ewlehiyê ya li bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê de ye, di wesayîtekê de teqîn çêbû. Di teqînê de welatiyê bi navê Ebû Heyder ku xwediyê wesayîtê bû birîndar bû. Têkildarî hûrguliyên teqînê agahî nehatin bidestxistin.