Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn

img
MÊRSÎN - Komeleya 68’an a Mêrsînê di 52’emîn sala bidarvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan de ew bi bîr anî. 
 
Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan bi boneya 52’yemîn salvegera bidarvekirina xwe li Mêrsînê hatin bibîranîn. Komeleya 68’an a Mêrsînê merasîma bîranînê li Daristana 68’an a Mêrsînê ya li navçeya Toroslarê li dar xist. Rêxistinên çep-sosyalîst, saziyên elewiyan, partiyên siyasî û hêzên ked û demokrasiyê tev li bûn. Li cihê bîranînê pankarta “Yên ku strana ked, azadî û xwişk-biratiya gerdûnî striyayîn dîrok hişyar kirin” hate daliqandin.  Girse bi qurnefîlan ber bi bîdariya ji bo Nifşê 68’an hatiye çêkirin ve meşiya û gelek caran dirûşma “Soza me ya ji bo wan şoreş e” hate berzkirin. 
 
BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ
 
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî tacegul danîn cihê bîrdariyê. Li ser navê girseyê Serokê Komeleya 68’an a Mêrsînê Hasan Kapikiran axivî û got ku tevî bi ser mirina Denîzan re 52 sal jî derbas bûne lê hêj jî heman pirsgirêk tên jiyîn. Kapikiran gotinên Denîz Gezmîş û hevalên wî yên dawî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Têkoşîna serxwebûn, demokrasî û sosyalîzmê îro bûye têkoşîna pêşerojê ya tirk, kurd, ciwan û hemû derdorên bindest. Divê em têkoşîna Denîzan xurtir bikin û banga tevlibûna têkoşîna serxwebûn, demokrasî û sosyalîzmêl i her kesî dikin.” 
 
Piştî axaftinan, helbestvanên ji kovara Sozyuzu Edebiyatê helbestên bi kurdî, tirkî, erebî û lazî xwendin. 
 
Merasîma bîranînê bi xwendina helbestan û gotina stranan bi dawî bû.