Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin

img
AMED - Li Dêra Protestan a li navçeya Sûrê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin. 
 
Li Dêra Protestan a li navçeya Sûrê ya Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin. Cîgirê Pastorê Dêrê Omer Baysal ji Incîlê mattayên bi kurdî û tirkî xwend û piştre pîrozbahî dest pê kir. 
 
Piştre jî îlahî hatin gotin. Zarokan jî lîstika şanoyê pêşkeş kirin û îlahî xwendin. Pastorê Dêrê Îlyas Uyar jî ji bo cemaetê weaz xwend. 
 
Pîrozbahî bi îlahiya “Xweşî bi we re be” bi dawî bû. Cemaeta dêrê cejn bi hevxistina hêkan û xwarina kadeyan pîroz kir. 
 
Cejna Paskalyayê ya li Dêra Dayika Meryem a li navçeya Sûrê jî bi ayînekê hate pîrozkirin.