Li Mereşê cînayeta kar

img
MEREŞ - Karker Mûstafa Ozturk ê li fabrîqeya metalê ya Karacasûyê di bin forklîftê de ma jiyana xwe ji dest da. 
 
Dema li fabrîqeyeke metalê ya li Taxa Karaziyaret a Karacasû ya Mereşê karê peyzajê dihate kirin, forklîft a di bin kontrola Mûstafa K. de ji kontrolê derket û li karker Mûstafa Ozturk da. Ozturk, ê 44 salî di bin forklîftê de ma û bi giranî birîndar bû, li ser îxbarê tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 
 
Mûstafa Ozturk ê ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji bin forklîftê hate derxistin, li Nexweşxaneya Bajêr a Necîp Fazil a birinê tevî hemû mudaxileyan nehate xelaskirin. Cenazeyê Ozturk ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Mereşê. Ajokarê forklîftê Mûstafa K. hate binçavkirin. Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.