Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin

img
ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku heta ku tecrîd neyê rakirin dê gel nikaribin nefese bigirin û banga beşdariya Meşa Gemlikê ya bi dirûşma “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin” li dar bixin kir. 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
‘TIRKIYE DI PÊVAJOYEK KRÎTÎK DE DERBAS DIBE’ 
 
Gunay diyar kir ku destwerdana li dijî pêvajoya hilbijartinê dest pê kirine û got: “Her ku em ber bi hilbijartinê ve diçin êrişên li dijî partiya me û partiyên hêzên sosyalist û derdorên demokratîk zêde dibin. Em doza girtina li ser partiya me jî ji nêz ve dişopînin. Di vir de mesele demokrasiya Tirkiyeyê ye û îktidar dixwaze bi van êrişan rejîma xwe ya faşîst bide avakirin. Di vî warî de êdî Tirkiye ketiye rêyek dîrokî û pêvajoyek krîtîk û veqetînê.” 
 
‘DOZA KOBANÊ TÊK ÇÛ’ 
 
Gunay da zanîn ku faşîzm gav bi gav tê avakirin û ji bo vê yekê jî Doza Kobanê nîşan da û got: “Ji destêpêkê ve ev doza kompasê gav bi gav têk çû. Wê dozger derbarê Doza Kobanê de di 6-7-8’ê sibatê de mutalaya xwe eşkere bike. Ev dozek hiqûqî û qanûnî nîne. Dema em dibêjin mutala jî em behsa belgeyek hiqûqî nakin. Dozger wê metna komposa îktidarê û fermana îktidarê deklare bike. Em hemû kirinên wan qirêj eşkere dikin. Lewma bi ser partiya me ve tên û em dibêjin hûnê bêtir bitirsin. Çimkî kompasên we têk diçin û hûnê nikaribin ji bin vê rûxandinê rizgar bikin û hûnê di bin tariyê de bimînin.” 
 
‘EM JI BO ÎMRALIYÊ BER BI ÎMRALIYÊ VE DIMEŞIN’ 
 
Gunay bal kişand ser meşa ku di 6'ê Sibatê de li navçeya Gevera Colemêrgê û navçeya Qosera Mêrdînê bi dirûşma "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin" bê lidarxistin û wiha axivî: "Helbet sedemên sereke krîza rêveberiyê ya li Tirkiyeyê tecrîd û polîtîkayên şer ên ji aliyê hikûmetê ve tên meşandin e. Tecrîda li Girava Îmraliyê ya li ser Ocalan, nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka kurd  e. Israra îktidarê ya di polîtîkaya tecrîdê de ew e ku xwe li ser pêya bigire ye. Mafên qanûnî yên birêz Ocalan hatine desteserkirin. Bi taybetî jî qedexekirina hevdîtina malbat û parêzeran her cure polîtîkaya tecrîdê nîşanî me dide. Desthilatdarî bi tecrîdkirina birêz Ocalan dest tecrîdê kir û li her bihostê Tirkiyeyê belav kiriye. Tecrîd li dijî hemû kurdan û muxalîfan e. Ji ber vê yekê em di parastin û parastina azadiyê de li dijî tecrîdê û aştiya li dijî şer israra xwe didomînin.
 
WERIN EM BIMEŞIN ÎRMALIYÊ 
 
Di vê çarçoveyê de Koma me ya Meclisê li ber Wezareta Dadê dest bi Nobeda Edaletê kir û ji ber astengiyan niha nobed li ber Meclisê tê girtin. Ev nobed îro ket meha xwe ya duyemîn. Partiya me jî di nav de gelek komên demokratîk dibêjin, ‘Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin’ û em ê di 6’ê Sibatê de ji Gever û Qoserê dest bi meşê bikin. Tecrîd wê bi civînên gel, panel û daxuyaniyên girseyî pêk werin. Wê her kêlî qala tecrîdê bê kirin û nerazîbûn li dijî tecrîdê bê nîşandan. Di her qadê de wê were destnîşankirin ku bêyî şikandina tecrîdê gel nikare nefesê bigire. Em ê bibêjin 'Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin'. Ji ber ku em baş dizanin ku; birêz Ocalan yek ji aktorên siyasî yên herî girîng e ku li vî welatî çareseriyê temsîl dike. Birêz Ocalan yek ji aktorên herî girîng ên vî welatî ye ku encaman di berjewendiya gel de diafirîne. Ji ber vê yekê yên di xetimandinê de israr dikin di polîtîkayên tecrîdê de israr dikin û didomînin. Li dijî tecrîdê ez careke din dubare dikim ku em ê heta Îmraliyê bimeşin û di bin her şert û mercî de ji bo çareseriyê têbikoşin. Ez careke din bang li her kesên ku bi pirsgirêkan re rûbirû ne û çareseriyê dixwazin tev li meşa me bibin. Em hemû derdorên demokratîk vedixwînim meşa ku em ê di 6’ê Sibatê de bidin destpêkirin. Ev meş ji bo çareseriyê ye, ji bo siberoja welat e, em her kesî vedixwînin qadan û meşa me ya ji bo çareserî û siberoja welat. Werin em ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd meşa xwe mezin bikin.”