Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin

img
ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî îşaret bi doza girtina HDP'ê kir û ji bo hilbijartinê got: "Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin." 
 
Doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di 5'ê Mijdarê de bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind hatibû vekirin, ber bi dawîbûnê ve diçe. Dê di 14'ê Adarê de li AYM'ê parastina devkî bê kirin. Bi vê re daxwaza HDP'ê ku biryara taloqî pişt hilbijartinê bê kirin hat redkirin. Tê diyarkirin ku bi blokekirina hesabên alîkariya xezîneyê yên HDP'ê, desthilata AKP-MHP'ê dixwaze beriya hilbijartinê HDP'ê û hilbijêrên bê bêerk bihêle. 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, pirsên me yên têkildarî girtina partiyê û hilbijartinê de bersivandin. 
 
BANDORA WÊ YA LI VÎNA HILBIJÊRAN
 
Tiryakî daxwaza wan a ji bo taloqkirina doza der barê partiyê de bibîr xist û got ku ger partî bê girtin ev dê bandorê li vîna gel bike. Tiryakî destnîşan kir ku li ber AYM'ê hin rêyên din jî hebûn û wiha got: "AYM berî ku vê biryarê bide, li ber wê dîrokine piştî 14'ê Gulanê jî hebûne, lê belê biryara dîrokeke beriya 14'ê Gulanê daye" 
 
'ŞAHIDÊ VEŞARÎ'
 
Tiryakî bilêv kir ku "şahidê veşarî" yê ku Serodzgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ew ji bo blokekirina hesabên alîkariya xezîneyê kiriye delîl "îtirafkar" e û got: "Ev îtirafkar, gotiye dê ji bo rojnamevanan îfadeyê bide, lê ji nişkave ketiye mijara doza girtina HDP'ê û hin tişt gotine. Em behsa îtirafkarekî ku bi taybetî ew anîne dikin. Ev yek delîla wê ye ku bê dozeke çi qasî lawaz vekirine. Lê AYM'ê qîma xwe bi vê aniye." 
 
‘DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN TESLÎMÎ DESTHILATÊ BÛYE'
 
Tiryakî da zanîn ku AYM dê di 6'ê Sibatê de cardin biryara blokekirinê binirxîne û wiha axivî: "Em dibînin ku AYM îradeyek daniye holê. Rengê xwe diyar kiriye. Wer xuya dike ku AYM û Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind xw eteslîmî hikûmetê û şirîkê wê yê biçûk kirine. Helbet ev dê ji bo me ne ya dawî be. Em kevneşopiya siyaseteke 30 salî temsîl dkin. Berê der barê partiyên siyasî de ku em rêça wan didomînin û me mîrateya wan dewr girtiye, gelek doz hatin vekirin û biryarên girtinê hatin dayîn. Ger HDP bê girtin, ev feraset dê hîn bihêztir rêya xwe bidomîne. 
 
EM Ê GEL BÊ ALTERNATÎF NEHÊLIN
 
HDP, di vî warî de ne bêalternatîf e. Dikare ji pêkhateyên xwe bi yekê tevlî hilbijartinê bibe. Dikare bi partiyeke di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de jî tevlî hilbijartinê bibe. Desthilat ji bo xitimandina van rêyan dê serî li her rêyê bide, lê em jî li dijî vê ji zûde dixebitin ji bo afirandina alternatîfan. Qethiyen em ê gelê xw ebê alternatîf nehêlin. Me di roja ewil de gotibû, alternatîfa e ya ewil HDP ye ku em ê bi wê tevlî hilbijartinê bibin. Ev ji bo me tiştekî jiyanî ye. Desthilata siyasî û çeteyên di dehlîzên kûr ên dewletê de xw ebirêxistin kirine, naxwazin kurd bîrekê ava bikin. Em naxwazin bîra me bê perçekirin. Cîhan hemû HDP'ê nas dike. Em baxwazin derb li naskirina vê partiyê bê xistin. Heya kêliya dawî em ê li ber xw ebidin ji bo ku em bi HDP'ê tevlî hilbijartinê bibin, lê gava ew roj bê em ê serê xwe wekî berxa li ber kêrê dirêj nekin." 
 
MA / Firat Can Arslan