Ji HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê

img
ENQERE - Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê diyar kir ku ew ancax bi pişetavniyê dikarin ji heq karesata erdhejê derkevin û ji bo alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê bang kir. 
 
Desteya Rêveberên Xwecihî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî erdheja navenda wê Mereş û bandor li Amed, Riha, Meletî, Osmaniye, Mêrdîn, Edene, Hatay û Semsûrê kir, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Mixabin hejmara miriyan zêde dibe. Mudaxile kêm in, mirov bi tenê hatine hiştin. Hemû hewldanên me ew e ku pêşî li ber mirinê bigirin û piştevaniyê mezin bikin û ji heq van rojên tarî derkevin." 
 
RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ LI HERÊMÊN ERDHEJÊ NE
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo pêşî li texrîbata ku ji ber erdhejê rû daye bê girtin, tevî Koordînasyona Krîzê ya Erdhejê ya şaredariyên HDP'î bi tevkarî xebat heye û wiha hat gotin: "Em rêveberiyên xwecihî ji bo alîkariya gelê xwe yên ji ber erdhejê mexdûr bûne, em bi hemû derfetên xwe amade ne. Şaredariyên me, ji bo welatî û penaberên bandor ji karesatê wergirtine, 24 saetan dixebitin. Em her kêliyê li herêmên erdhejê ne û em bi awayekî koordîneyî di xizmeta gelên xwe de ne. Em derfetên xwe ji bo pêşîgirtina windahiyan û pêdiviyên lezgîn seferber dikin." 
 
NIHA DEM DEMA PIŞTEVANIYÊ YE
 
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku bi piştevaniyê dikarin ji heq vê karesatê derkevin û wiha hat gotin: "Rêxistinên me yên bajaran û şaredariyên me ji bo alîkariyê bigihînin mexdûrên erdhejê tim amade ne. Em careke din ji bo xurtkirina piştevaniyê bang li gelê xwe dikin. Niha dem dema piştevaniyê ye."