Kiliçdaroglû: Berpirsiyarê vê pêvajoyê Erdogan e

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû diyar kir ku îktidara AKP’ê welat ber bi hilweşandinê ve biriye û got: “Berpirsê vê pêvajoyê Erdogan bi xwe ye. Bacên erdhejê bi çeteyan dan xwarin.” 
 
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ji ber erdhejên rû dan, serdana Hatayê kir. Kiliçdaroglû li navçeya Arsûz a Hatayê daxuyanî da. 
 
Kiliçdaroglû li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal bi dîmen daxuyanî da û wiha axivî: 
 
“Serokkomar Erdogan welat ber bi hilweşandinê ve bir. Kengê vî welatî ber bi hilweşandive biribe, banga ‘li cem bin’ dide. Here wirde, tu karê min bi te re nîne. 
 
Hilweşandinek pir xeternak heye. Em bi gelê xwe re ne. Ev îktidar di bin erdhejê de ma. Nizanin ku wê dewletê çawa bi rê ve bibin. Ez pir zelal dibêjim, berpirsiyarê vê pêvajoyê Erdogan e. 20 sal in nizanin bernameya erdhejê amade bikin. Lewma ez ê qet pê re hevdîtin nekim. Ez vê meseleyê jî qet bi ser siyasere nabînim. Siyaseta wî me aniye vê rewşê. Bacên erdhejê bi çeteyan dan xwarin. Ka ew pere li ku ne? Ew pere li holê tune ne. 
 
PÊWÎST BIKE WERIN GIRTIN JÎ
 
Her ku ez rewşa însanên me wiha dibinim, bi hêrs dibim. Hin kes wê hesabê vê yekê bidin ku çavkaniyên vî welatî ji bo ku tên xerckirin. Lewma ez ê qet destekê nedim daxuyaniyêk kesekî yên nermkirinê. Min ji şaredarên me re gotiye, çi ji destê me tê em bikin. Em ê her cure alîkariyê bikin. Guh nedin astengiyên burokratîk guhdar nekin û bi ser ve biçin. Heke ji bo ku ev gel nan, betaniye bibîne hûnê bên girtinê, werin girtin.
 
BI MILYONAN KES LI KOLANAN E
 
Protokol û burokrasî qediya. Çimkî gotin qediya gotin… Bi milyonan mirovên me li kolanan e. Hem xemgîn in hem jî bi hêrs in. Êdî dem dema başkirin û pêçandina birînan e. Jixwe xelkê me di nava piştgiriyê de ye. Tu hewcehî pê nîne ku ez bi Erdogan û qesra wî re di nava piştgiriyê de bim.”