CHP’ê biryara kongreyê da

img
ENQERE - Berdevkê CHP’ê Faîk Oztrak da zanîn ku biryar hate dayîn ku ji îro ve pêvajoya kongreyê were destpêkirin. 
 
Berdevkê CHP’ê Faîk Oztrak da zanîn ku piştî nirxandinên di civîna Meclisa Partiyê (PM) de, biryar hatiye dayîn ku pêvajoya lidarxistina kongreyê ji îro ve dest pê bike. Oztrak diyar kir ku dê pêvajoya kongreyê di demekî zû de were temamkirin û di çarçoveya daxwazên rêxistinên partiyê de ji bo guherandina hinek xalên rêziknameyê komîsyon were avakirin.