Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir

img
ENQERE - Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel de dest pê kir. 
 
Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel de dest pê kir. Şandeya DEM Partiyê ya di hevdîtina li Navenda Giştî ya CHP’ê pêk hat de cih girt, ji aliyê Cîgira Serokê Giştî yê CHP’ê Gamze Taşçier ve hate pêşwazîkirin. 
 
ROJEVÊN LI SER MASEYÊ 
 
Serenavên bingehîn ên hevdîtina hatin kirin ji geşedanên rojane û Doza Kobanê pêk tên. Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş di çarçoveya hevdîtinên destûra bingehîn a nû de ewilî serdana CHP’ê pişt re jî serdana DEM Partiyê kiribû. Tê payîn ku ev hevdîtin jî di serdana îro de were rojevê. 
 
Hate diyarkirin ku di serî de aborî têkildarî pirsgirêkên bingehîn ên li welat dê danûstandina fikran bê kirin. Tê payîn ku piştî hevdîtinê jî dê daxuyaniyeke hevpar bê dayîn.