Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye

ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari yên bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtin kir, têkildarî nîqaşên destûra bingehîn a nû peyama “pêdivî bi samîmiyetê heye” dan. 

 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan li Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarê (CHP) bi Serokê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtina du saetan dom kir, daxuyaniya hevpar hate dayîn. 
 
OZEL: ME DAN Û STENDINA FIKRAN KIR
 
Ozel, bi lêv kir ku pirsgirêkên heyî û encamên hilbijartinê nirxandin û wiha got: “Me derfet dît ku em bandorên encamên hilbijartina herêmî li ser hilbijartinên giştî, pirsgirêk û krîzên ku di demokrasiya Tirkiyeyê de hatine jiyîn û rojevên ku di vê hefteyê de gelek hatin axaftin, serdanên Serokê Parlementoyê bi her du partî û partiyên din re, hevdîtina ku min duh bi Serokkomar re kiribû, li ser van dan û stendina fikran û nêrînan û nirxandinan bikin.”
 
PEYAMÊN BAKIRHAN 
 
Bakirhan di axaftina xwe de peyama “diyalog û muzakereyê” da. Bakirhan, îşaret kir ku hevdîtineke baş kirine û wiha got: “Me di heman demê de ji ber endamên di hilbijartinên herêmî de wergirtine ew pîroz kirin. Heta niha di navbera saziya siyasetê de dîwar hatibûn lêkirin û berberiyek hebû. Ji ber vê yekê saziya siyasetê nedikarî meseleyên herêmê û Tirkiyeyê nîqaş bike. An jî nedikarî baş nîqaş bike. Li Tirkiyeyê êdî krîzên heyî bi nêzîkatiya deshilatê nikarin bên çareserkirin, an jî kûrtir dibin. Di mijara demokrasî û azadiyan de pirsgirêkên cidî hene. Hê jî rewşeke ku vîna siyasî ya ku di encamên hilbijartinê de derkete holê nepejirîne heye. Ev bûn sebep ku siyaset, muxalefet û partiyên siyasî bên cem hev.”
 
‘CHP XWEDÎ BERPIRSYARIYEKÊ YE’ 
 
Bakirhan, destnîşan kir ku divê pirsgirêkên welat bên çareserkirin û wiha domand: “Ev di heman demê de yek ji peywîra bingehîn a partiya muxalefeta bingehîn û mûxalefetê ye. Em ê di rojên pêş de weke muxalefet zêdetir bên cem hev. Em ê di nava hewldanê de bin ku mesele bi diyalog û muzakereyê werin çareserkirin. Gelên Tirkiyeyê jî di hilbijartinan de ev peyam daye me. Bila saziya siyasetê rol bigire, berpirsyartiyê bigire. Di çareseriya pirsgirêkên heyî de roleke çeker bigire ser xwe. Yanî di vê mijarê de peywîrên mezin dikevin ser CHP’ê.”
 
‘DIVÊ MUXALEFET WÊREKTIR BE’ 
 
Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta îro polîtîkayên li Tirkiyeyê tên sepandin bûne sedemê krîzekê. Doza Geziyê, Doza Kobanê, polîtîkayên zextê yên li ser siyasetê, geşedanên di qada daraz û aboriyê de diqewimin nîşan dide ku em ne di rewşeke baş de ne. Em ê di serdema pêşiya me de jî di serî de CHP bi partiyên din ên siyasî re bên gelhev û di mijara çareseriyê ya van pirsgirêkan de dan û stendina nêrînan bikin. Divê muxalefet wêrektir be. Ji bo ku meseleyên em dijîn bi rê û rêbazên demokratîk, müzakere, diyalogê bên çareserkirin em ê berpirsyariyeke mezin bigirin.”
 
JI BO DESTÛRA BINGEHÎN PÊDIVÎ BI SAMÎMIYETÊ HEYE
 
Bakirhan, qala nîqaşên Destûra Bingehîn kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ewilî pêdivî bi samîmiyetê heye. Dema em li rewşa niha dinêrin pirsgirêka samimiyete tê dîtin. Di vê mijarê de pêdivî bi normalbûn û paqijiya rê heye. Di rewşeke wiha de weke partî berpirsyartiya dikeve ser milê me em ê pêk bînin.”
 
‘EM JI BO KOMAREKE DEMOKRATÎK BIXEBITIN’ 
 
Hatîmogûllari ya pişt re axivî jî anî ziman ku li ser gelek mijaran axivî ne. Hatîmogûllari, wiha got: “Mixabin siyasetê heta îro her tim parçe kir. Em hêvî dikin ku encamên piştî hilbijartinên 31’ê Adarê derketine holê bi berpirsyartiya ku hemwelatiyên me yên hêja di serî de li muxalefetê û hemû beşên civakê bar kiriye, em dikarin di wê zanebûnê de ji bo komareke demokratîk bi hev re xebatên xwe bimeşînin.”
 
‘LI WANÊ PIŞTEVANIYEKE GIRÎNG HATE NÎŞANDAN’ 
 
Ozel, ê pişt re dîsa axivî, bal kişand ser hewldana xespa vînê ya di hilbijartinên herêmî de li Wanê hate kirin û got: “Piştî hilbijartinên herêmî yên borî demokrasiya Tirkiyeyê bi awayekî girîng birîndar bûbû. Di vê hilbijartinê de ewilî li Wanê rewş derket holê. Li wir piştevaniyeke gelek girîng hate nîşandan. Ji xeletiyekê hate zivîrîn. Keyfxweş im ku heta niha pêkanîna qeyûman nehatiye sepandin.”
 
PIRSA TÊKILDARÎ PROVOKASYONA ALÊ DE
 
Ozel, ji pirsa têkildarî provokasyona li ser ala li şaredariyên ji aliyê DEM Partiyê ve hatine bi dest xistin bersivand û got: “Dema bûyer qewimîn em di diyalogê de bûn. Di serî de şaşitiya ku ji bo Ataturk û birêz Erdogan bêhurmetî hatiye kirin, ji hêla Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ve hate rastkirin. Pişt re lêpirsîna ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate kirin zelal bû. Kesên ew gotin gotin ne Hevşaredarên DEM Partiyê bûn. Mijara duyemîn jî mijara alê ye. Ez di wê mijarê de daxuyaniyên her du birêz Hevserokên Giştî weke helwesta DEM’ê ya saziyî dibinim.”
 
Hatîmogûllari jî wiha pirs bersivand: “Pirsgirêka me bi tu awayî bi al û sembolan nîne. Em vê yekê ji bo tayînkirina qeyûman weke amadekirina bingehekê dibînin. Em weke arastekirinekê dezenformasyonekê dixwînin. Ez di 1’ê Gulanê de li Wanê bûm. Min serdana Şaredariya Wanê kir. Sembolên ku divê li hemû şaredariyên me hebin li wir jî hebûn.”