Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe

ÎZMÎR - Musa Pîroglû anî ziman ku AKP-MHP dixwaze bi polîtîkayên şer desthilata xwe bidomîne û wiha got: “Divê darbeya di hilbijartinên herêmî de hatiye xistin were domandin û bi îstîfaya Erdogan  dawî bibe.”

Tirkiye bi polîtîkayên şer û aboariyê yên AKP-MHP’ê ket nava krîzên pirhêlî. Enflasyon di nava salên dawî de gihişt asta herî jor, bihabûn zêde bû, pêdiviyên sereke yên xwarinê nayên stendin. Desthilat di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de darbeyeke mezin xwar, dengên xwe kêm kir, hema bêje tevahiya şaredariyên bajarên mezin ên di destê xwe de winda kirin. Desthilata ku piştî hilbijartinê dest bi hevdîtinên dîplomatîk kiriye, çareseriyê careke din di polîtîkayên şer û hişkirina tevdîrên aborî de dibîne. Polîtîkayên êrişên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û polîtîkayên xizankirina gelan di heman demê de ketin meriyetê.

‘HILBIJARTIN JI BO DESTHILATÊ BÛ TÊKÇÛN’

Endamê Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû têkildarî polîtîkayên şer, xizanî û helwesta muxalefetê ji ajansa me re axivî.  Pîroglû diyar kir ku desthilat encamên dawî yên hilbijartinê ranegirt û bi bîr xist ku AKP’ê bi rojeva şer nêzî MHP’ê û koma Ergenekonê dibe û wiha got: “Encamên hilbijartinê ji ber vê ji AKP’ê re bû têkçûn. Desthilat rewabûna xwe di hilbijartinan de digirt. Di 22 salan de 18 caran sindoqên hilbijartinê hatine danîn. Desthilat heya niha ji ser encamên hilbijartinê polîtîkayên zext û zorê dida meşandin. Li welatên Tirkiye û Macarîstanê sindoq bûye amûrekî xespkirina îradeya gel. Piştî ku desthilat bi wendakirina xwe hesiya hewl dide ku bi hêstên şoven têkiliya di navbera gelên tirk û kurd ji holê rake. Heman tiştê Netanyahû jî dike.”

GEL XIZAN, ÇETEYA 5’AN DEWLEMEND BÛ

Pîroglû da zanîn ku AKP di 22 salan de polîtîkayên neolîberalîzmê dan meşandin, bi awayekî dijminane nêzî kurd û elewiyan bû û axaftina xwe wiha domand: “Hemû destkeftiyên çîna karkeran ji holê hatin rakirin, bêpîvanî bû rêgez; asta bêsendîkayî û cînayetên kar di cîhanê de gihişt asta herî jor. Ev desthilat wek koalîsyona talanê kar kir dewlemendiyên binerd, hewa, av û hemû çavkanî talan kirin, gel xizantir bû. Çeteya 5’an dewlemendî li dewlemendiya xwe zêde kir. Gotin ‘em ê enflasyonê daxînin’ lê belê dîsa gel berdêla wê bide. Heke em bêdeng bin ev yek dê wiha bidome.”

‘ERDOGAN DIXWAZE BIBE ALIYEV’

Pîroglû bi bîr xist ku hemû polîtîkayên desthilatê ji bo ku xwe mayînde bike têne meşandin û wiha pê de çû: “Ev demeke dirêj e têgeha ‘sazîbûna faşîzmê’ tê nîqaşkirin. Ez wek takekesî ser vê têgehê nasekinim ji ber faşîzm cureyekî dewletê ye. Dema em qala dewleta faşîst dikin divê em hin xalên vê yekê bînin ziman. Em di pêvajoyekî awarte de derbas dibin. Sendîka, dadgeh, meclis lewaz bûn, polîs û leşker bûn diyarker. Medya di bin zextê de ye, mirov tên teşhîrkirin, tecrîdkirin û girtin. Dadgeh bûne alavekî zextê, hiqûq ji holê hatiye rakirin, di şert û mercên Destûra Bingehîn ji holê rabûye de nîqaşên Destûra Bingehî tên kirin. Ez difikirim ku Erdogan dixwaze ji xwe re dîktatoriyekî wek a Aliyev ava bike. Bingeh amade kirin, dixwazin bingeha Destûra Bingehîn jî amade bikin. Ji ber êdî pergala ji sedî 50+1 ji wan re pêvajoyekî bitalûke ye. Rewşa meclisê têrî wan nake. Mînak dema ku bi MHP’ê re navbera wan xera bû, dê her tiştî winda bikin.”

‘A DESTHILATÊ DIXE ZORÊ SEKNA POLÎTÎK A GEL E’

Pîroglû destnîşan kir ku rêxistinên çepgir ji rawestandina desthilatê dûr in û wiha derbirî: “Piştî ku têkiliyên gel lewaz bûn, polîtîkayên neolîberalîzmê di hêla navneteweyî de xurt bûn, hêza nijadperest xurt bû çepgir ji rastiya xwe dûr ketin. Şoreşgerî û sosyalîstbûn wekî hêzekî ku pergalê ji holê rake,vegeriya helwestekî başkirina pergala rastgir a heyî. Ji Macarîstanê heya Polonyayê; ji Fransayê heya Îtalyayê li her derê, şûna ku bi faşîzmê re têkoşîn were meşandin, xwe sipartinê desthilatên bêhtir faşîst. Tevgera sosyalîst jî hat asta ku hêvî ji rastgirên xwe dike. Divê li dijî faşîzmâ ku sazîbûna xwe temem dike em hêza xwe bikin yek. Erê desthilat mehkûmê windakirinê ye. Lê belê divê em li benda perçebûna wê nemînin, nexwe em ê xwe bixapînin. Ya ku desthilatê dixe zorê sekna polîtîk a gel e. Anku darbeya di hilbijartinên herêmî de li desthilatê hatiye xistin divê were domandin û bi îstîfaya Erdogan were dawîkirin.”

MA / Tolga GUney