Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist 2023-01-14 08:40:37   STENBOL - Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş ê bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bike, xwe şewitand li ser dîwaran nivîs nivîsandin.     Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Veysî Taş ê bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bike, xwe şewitand û jiyana xwe ji dest da li navçeyên Kadikoy û Sancaktepe li ser dîwaran nivîs nivîsandin.    Ciwanan li ser dîwaran ev nivîs nivîsandin: “Aştî nikare were tecrîdkirin” , “Veysî Taş rûmeta me ye” û “Veysî Taş ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan şermezar bike xwe şewitand”.