Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin

  • ciwan
  • 19:21 12 Gulan 2023
  • |
img
ŞIRNEX- Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk li Şirnexê, şahiyek li dar xist. Ciwanan di şahiyê de gotin: "Em ê di 14’ê gulanê de bi hev re govenda azadiyê bigerînin.” 
 
 
Meclisa ciwanan a Partiya Çepên Kesk li Şirnexê şahiya ciwanan li dar xist. Namzetên Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal, Mehmet Zekî, Ayşegul Dogan û Bedirhan Osal, Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Hasan Ozguneş, rêxistinên navend û navçeyan û bi sedan ciwanan tevlî şahiyê bûn. 
 
Di şahiyê de namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Bedirhan Osal axivî. Osal bal kişand ser rol û misyona ciwanan û wiha axiví: "Her cureyê êrişê li ser gelê me pêk tê. Gelê me hat qetilkirin û rastî zilmê hat. Ji hilweşandina bajêrê me û heta girtina siyasetmedarên me. Lê me tu carî çok nedanî. Vî gelî serê xwe netewand. Digotin ev gel nema dikare bê gel hev du. Lê vaye Şirnex, vaye qad. Em li vir in, di nav gelê xwe de ne, lê hûn li ku ne? Beriya niha mitîng li dar xistin, nikaribûn çend kesan bînin ba hev. Heta nikaribûn Kolana Hunerê jî tije bikin. Em dizanin, sebra we nemaye û hûn li benda 14’ê gulanê ne. Lê gelek nema, hindik ma. Mizgîniya me li we, seltenata wan hildiweşe. Dest danîn li ser hemû nirxên me. Lê du rojên din em wan dişînin, dê biçin. 14’ê gulanê em ê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Em bang li ciwanan dikin ku her yek ji me li ser sindoqên xwe bisekine û xwedî li vîna xwe derkeve. Çi dibe bila bibe, heta encama hilbijartinê em ê sindoqên xwe terk nekin. Serkeftin bi ciwanan tê û ev şahî jî mizginiya wê ye.”
 
 
‘EM Ê GOVENDA SERKEFTINÊ BIGERÎNIN’ 
 
 
Li ser navê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Kerem Satan axivî. Satan jî bang li ciwanan kir ku biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin û wiha got: "Merheba ciwanên Çiyayê Cudî, ez we bi heybeta Gabarê pêşwazî dikim. Em îro bang li tevahiya ciwanan dikin ku bila xwedî li dengê xwe derkevin. Berbayî provakasyonan nekevin. Em ê bi hev re govenda serkeftinê bigerînin. Bijî berxwedana ciwanan.”
 
 
Di şahiyê de dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hat berzkirin. Şahî bi govenda ciwanan bi dawî bû.