Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn

  • ciwan
  • 20:59 18 Gulan 2023
  • |
img
ÎZMÎR – Li Îzmîrê rêxistinên ciwanan Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. 
 
Ciwanên Demokrat ên Nû (YDG), Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger (DOB), Kaldiraç û endamên Fealiyeta Xwendekaran li Îzmîrê şehîdên meha Gulanê Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner bi daxuyaniyeke çapemeniyê bibîr anîn. Daxuyanî li Alsancakê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê hat dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyên şehîdên meha Gulanê hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Şehîdên Gulanê nemir in", "Heval Hakî rûmeta me ye" "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Beriya daxuyaniyê deqeyek rêz hat girtin. Rêxistinên ciwanan tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Hasan Benlî li ser navê rêxistinên ciwanan axivî. Benlî destnîşan kir ku xetza şorşegeran, rê wan daye ku ji xeynî hêza bindestan tu hêz nikare bindestan rizgar bike. Benlî bal kişand ser girîngiya nemirên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê û got ku ew ê her tim vê li gor vê mîrateya şoreşger tevbigerin.