HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin

  • ciwan
  • 15:54 5 Hezîran 2023
  • |
img
ENQERE - Meclisa Ciwanan a HDP’ê diyar kir ku dê pêvajoya rexne û xwerexnekirinê ya têkildarî encamên hilbijartinê karîger bikin û wiha go: “Banga me ji bo hemû ciwanan ew e ku tev li pêvajoya veguherîna demokratîk bibin.” 
 
Lijneya Rêveberiyê ya Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî encamên hilbijartinê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di vê serdema ku her cureyên zext û hîleyan mayînde bûne, gelên Tirkiye û Kurdistanê ji bo xwedîderketina li vîna xwe ya demokratîk têkoşiyan. Di serî de ciwan, gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi tevlibûneke xurt çûn ser sindoqan. Li dijî polîtîkayên îktîdarê ku dixwest ciwanan bêpêşeroj bihêle û bi temamî bêhnê lê biçikîne, hem li kolanan û hem jî di hilbijartinan de daxwaza xwe ya guherînê nîşan da.” 
 
PÊVAJOYA REXNE-XWEREXNEKIRINÊ YA RADÎKAL 
 
Bi domdarî hat destnîşankirin ku di encamên hilbijartinê yên ji bo HDP’ê de bandora kêmasiyan hebû û wiha hat gotin: “Em tespît dikin ku em ji bendewarî û pêdiviyên gelê me yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk re nebûn bersiv. Weke pêdiviyeke vê tespîtê, partiya me dê di çarçoveya jinûvesazkirinê de dest bi pêvajoya kongreyê kir. Di pêvajoya kongreyê de hem dê hesaba rabûdiyê were kirin hem jî dê ji bo amadekariya têkoşîna nû xebatên berfireh bike, li her çar aliyên Tirkiyeyê di serî de ciwan, bi hemû derdoran re bicive. Dê di van xebatan de pergala rexne-xwerexnekirinê ya radîkal bê karîgerkirin, kêmasî û aliyên netêrker bên tespîtkirin û di pêşerojê de bi awayekî xurt rêya xwe bidomîne.” 
 
‘ENCAMÊN HILBIJARTINÊ DAWIYEK NÎNE’
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji bo kevneşopiya me, encamên hilbijartinê dawiyek nîne. Ji bo mezinkirina têkoşînê her tim bûne destpêkeke nû. Hilbijartin, ji bo têkoşîna ciwanan tenê qonaxeke. Dilê siyasetê de jî ji kolanan heta febrîqeyan, di her qadên jiyanê de lê dide. Weke Meclisên Ciwanên HDP’ê, ji gelê xwe re radigihînin ku dê di çarçoveya berpirsyartiyên xwe yên dîrokî de em ê rola xwe bilîzin, bêndewaweriyên gelê xwe yên welatparêz esas bigirin û bi awayekî xurt tev li pêvajoya jinûvesazkirinê bibin. Ji bo ku pêvajoya jinûvesazkirina partiya me bi awayekî xurt pêk were û li Tirkiyeyê têkoşîna demokratîk derkeve astekî jortir, banga me li hemû ciwanan ew e ku tev li vê pêvajoyê bibin û guherîna demokratîk pêk bînin. Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin.”