Erdogan: Di erdhejê de 8 hezar û 574 kes jiyana xwe ji dest dane

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Erdogan daxuyand ku hejmara kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dane 8 hezar û 574 û ya birîndaran jî 49 hezar û 133 ye. 
 
Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku çû navenda erdhejê Mereşê, li vir daxuyanî da. Erdogan daxuyand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 8 hezar û 574 û ya birîndaran jî 49 hezar û 133 ye. Her wiha Erdogan daxuyan ku hejmara avahiyên hilweşiyayî jî 6 hezar û 444 e.