Rojnamevanên ku dîmenên xerbeyan kişandin hatin binçavkirin

img

RIHA - Nûçegihanê MA’yê Mahmut Altintaş û nûçegihana JinNewsê Sema Çaglak ku li navçeya Bêrecûkê avahiyê hilweşandî dikişandin, hatin binçavkirin. 

 
Nûçegihanê ajansa me Mezopotamyayê (MA) Mahmût Altintaş û nûçegihana JinNewsê Sema Çaglak ku xwestin li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê avahiyên di erdhejê de hilweşiyane bikişînin, hatin binçavkirin. Heta niha ji bin kavilên wan avahiyan 21 cenaze hatine derxistin. Polîsên li vir nasnameyên nûçegihanan kontrol kirin û bi hêceta ku kartên wan turkuazê nîne kirin binçavan. 
 
Polîsan ji bo rapora tenduristiyê rojnamevanan bir nexweşxaneya dewletê ya navçeyê û ji vir jî birin qereqolê ji bo ku îfadeyên wan bigirin.