Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin

  • rojane
  • 10:12 9 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Ajakorên servîsên veguhestina xwendekaran ên li 3 taxên Sûrê ji ber ku pereyê wan nayê dayîn kontak girtin. Ji ber vê yekê xwendekar bû 2 hefte nikarin biçin dibistanê. 
 
Xwendekarên li taxên Şikeftê, Nivirdaş û Pîralya yên girêdayî Sûr a Amedê, ji 25’ê gulanê heta niha nikarin biçin dibistanê. Xwendekar taxên navborî diçin Dibistana Seretayî ya Ozekliyê ya li gundê Tilêlekê. Hat zanîn ku ajokarên servîsan kontak girtine lewma xwendekar nikarin biçin dibistanê û perwerde bibin. Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî (MEB) her sal xizmeta veguhestina xwendekaran dide îhaleyê. Îhaleya îsal jî dan Şîrketa Lîmîted a Înşaet Xurek Paqijî Ewlekarî Neqliye Pîşesazî Bazirganî ya Şik-Karê. Li gorî îdiayê, Şîrketa Şik-Karê di meha gulanê de hezar lîre ji mûçeyê ajokarên xwendekar vediguhestin kêm kir. Ji ber pereyê hatiye birîn, ajokarên servîsan jî kontak girtin. Lewma jî xwendekar nikarin biçin dibistanê. 
 
BÛ 2 HEFTE NIKARIN BIÇIN DIBISTANÊ
 
Malbatên xwendekarên li gundê Şikeftê dijîn, diyar kirin ku ji ber ku xwediyê şîrketê mûçeyê ajokarên servîsan kêm kiriye xwendekar bû 2 hefte nikarin biçin dibistanê. Malbatên xwendekaran destnîşan kirin ku di hefteya ezmûnan de xwendekar neçar dimînin ku 8 kîlomîtroyan bimeşin û wisa bigihijin dibistanê. 
 
Ji weliyên xwendekaran Mehmet Hafiz Çelenk têkildarî mijarê wiha got: “Şîrketa ku îhale wergirtî li gel ku pereyê xwe standiye jî pereyê ajokarên servîsan nedayê. Lewma ajokarên servîsan kontak girtine û zarok û neviyên me ev 2 hefte ne nikarin biçin dibistanê. Ev 2 hefte ne zarokên me her roj diçin ser rê û bi hêviya ku dê servîs were disekinin. Lê piştre diwestin û vedigerin malê. Ajokarên servîsan mafdar in. Heke pereyê xwe wernegirin nikarin debara xwe bikin. Em dixwazin ev pirsgirêk tavilê were çareserkirin.” 
 
‘BILA PIRSIGRÊKA SERVÎSAN WERE ÇARESERKIRIN’
 
Yuksel Sut jî da zanîn ku ji ber pirsgirêka heyî 3 zarokên wî nikarin biçin dibistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rewşa madî ya tu gundiyan baş nîne. Heke rewşa me baş bûya dê me bi derfetên xwe zarok biribûna dibistanê. Lê mixabin şensekî me yê wiha nîne. Fîrmaya ku îhaleya wergirtî bêyî sedemekê nîşan bide pereyê ajokaran nade. Midûrê dibistanê li me digere û dibêje hewceye zarok bên dibistanê û bikevin ezmûnan. Mixabin zarokên me bû 2 hefte nikarin biçin dibistanê. Em nizanin dê çi bikin. Zarokên min 2 rojan bi meşê diçûn dibistanê lê dibistan dûr e lewma nekarin bi domdarî biçin. Em dixwazin pirsgirêka servîsan were çareserkirin.” 
 
Cemîl Aslan jî diyar kir ku 3 zarokên wî hene û ji ber nebûna servîsê nikarin biçin dibistanê. Aslan, da zanîn ku bi rêya keyayê gund serî li Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî dane û wiha got: “Em nizanin dê çi bi vê rewşa zarokan bibe. Li gundê me herî kêm 30 zarok ev bû 2 hefte nikarin biçin dibistanê.” 
 
MA / Cengîz Ozbasar