Di tenduristiyê de saleke ‘netendurist’

img
ÎZMÎR - Di nava salê de ji ber krîza aborî ya di dema Covîd-19’ê de, 2 hezar û 417 bijîşk çûn derveyî welat, peydakirina 650 dermanan pir zehmet bû û herî kêm 398 bûyerên tundiyê pêk hatin. Serokê 2’yemîn ê TTB’ê Alî Îhsan Okten wiha got: “Ji bo civakeke bitendurist divê derbasî pergaleke nû bibin.”  
 
Me saleke din li pey xwe hişt ku li seranserî cîhanê zêdetirî 100 hezar kesan ji ber şewba koronavîrûsê (Covîd-19) jiyana xwe ji dest dan. Ji ber bandora şewbê, pirsgirêkên di qada tenduristiyê de îsal jî berdewam kirin. Di xizmetên tenduristiyê de qelîte ket û ji ber ku hejmara xebatkaran kêm bû li nexweşxaneyan di xizmetên tenduristiyê de kêmanî çêbûn û tundî û mobbînga li ser xebatkaran zêde bû. Di serî de pirsgirêkên tenduristiyê û şertên xebatê, di heman demê de mercên giran ên xebatê yên tenduristvanan bi xwe re gelek pirsgirêk anîn. Li gel bandora pandemiyê, roj bi roj krîza aborî jî girantir bû û kir ku di peydakirina alav û amûrên nexweşxaneyan de pirsgirêk derkevin û gelek emeliyatên lezgîn neyên kirin. 
 
ŞEWBÊN KÛREWÎ
 
Bandora şewba Covîd-19’ê di mehên destpêkê yên salê de dom kir. Bi zêdebûna hejmara kesên derzîkirî û xurtbûna pergala parastinê ya laş re, di mehên nîsan-gulanê de hêdî hêdî tevdîrên Covîd-19’ê jî hatin rakirin. Ji bilî nexweşxaneyan, ji meha gulanê ve li Tirkiyeyê êdî mecbûriyeta maskeyê hate rakirin. Daneyên Covîd-19’ê ku rojane dihatin parvekirin, êdî hefteyê carekê hatin parvekirin. Dema ku bandora pandemiyê didomiya, îcar jî şewbên vîrûsên weke Monkeypox (Çîçeka Meymûnê) û Marburg derketin holê. Ji ber van nexweşiyan bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Bi nêzikbûna mehên zivistanê re hejmara kesên bi grîbê dikevin jî zêde dibin. Ji ber Covîd-19 û vîrûsên cuda, hejmara bûyerên grîbê jî zêdetir bûn. Li seranserî cîhanê zêdetirî milyonek kes pê ket ji van zêdetirî 350 kesan jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî bûyerên grîbê yên li Tirkiyeyê hejmareke zelal tune ye. Lê belê bi taybet jî ji ber bûyerên grîbê yên di nava meh û meh û nîvên dawî de hema hema tevahiya beşên lezgîn û polîklînîkan tije bûne. 
 
650 DERMAN NAYÊN PEYDAKIRIN 
 
Di nava salê de yek ji pirsgirêkên sereke yên di qada tenduristiyê de jî peydanekirina derman û ekîpmanan bû. Li hêlekê bilindbûna dowîzê û li hêla din jî ji ber ku welêt di mijara madeyên xam de berhewceyî derveyî welêt e, pirsgirêka peydakirina dermanan jî qet ji rojevê neket. Ji dermanên êşbirê heta yên agirbir, penceşêr, antîbiyotîk, tansiyon û hwd., zêdetirî 650 derman hema hema nedihatin peydakirin. Wezaretê jî weke tevdîr tenê gava ‘kontrolkirina dermanxane û depoyan” avêt.
 
Ji ber ku dermanên nexweşiyên genetîk ên weke epîlepsî û wîlsonê di asta pêwîst de derman nedihatin peydakirin, malbatan rojên zehmet derbas kirin. Li dijî vê yekê kampanyayên îmzeyan ên cur bi cur hatin destpêkirin. Her wiha dermanên nexweşiya Talasemî ku yek ji nexweşiyên irsî ye nehatin peydakirin. Li Tirkiyeyê nêzî 10 hezar nexweşên talasemiyê hene û dermanê ku ev nexweş herî zêde bi kar tînin jî ji cotmeha sala 2021’an heta niha nayên peydakirin. Di mijara peydakirina dermanên din de hêj gelek pirsgirêk derdikevin. 
 
EKÎPMAN NÎNIN 
 
Ajansa Plankirinê ya Stenbolê (ÎPA) ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ye, li 39 navçeyan bi 480 dermanxaneyan re hevdîtin kir û daneyên xwe parve kir. Li gorî daneyan, ji sedî 99,6’ê dermanfiroşan di mijara peydakirina dermanan de zehmetiyan dikêşin. Li gel ji sedî 26,3’yê dermanan, her wiha di peydakirina ekîbmanan de jî pirsgirêkan dikişînin. Di nava salê de ji ber ku ekîpman kêm bûn, gelek emeliyat nehatin kirin. Ji beşa welidîna jinan heta onkolojiyê, ji cerrahiya giştî heta KBB’ê, di gelek beşan de ji ber ku ekîpman kêm bûn, pirsgirêkên mezin derketin. 
 
2 HEZAR 417 BIJÎŞK DERKETIN DERVEYÎ WELAT
 
Tenduristvanên ku di şert û mercên giran de dixebitiyan an îstîfa kirin an jî bo xwe li nexweşxaneyên taybet li kar geriyan. Gelemperiya tenduristvanên ku îstîfa kirin, derketin derveyî welat. Li gorî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ya di 11’ê mijdarê de; di sala 2022’yan de 2 hezar û 239 bijîşkên pispor û hezar û 955 bijîşkan îstîfa kir. Li gorî daneyên Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî di 11 mehên ewil ên sala 2022’yan de herî kêm 2 hezar û 417 bijîşk derketin derveyî welêt. Ji ber îstîfayan, hejmara xebatkarên tenduristiyê pir zêde ket. Ji ber vê rewşê, li gelek nexweşxaneyan gelek beş hatin ber asta girtinê. 
 
Parlamentera CHP’ê ya Stenbolê Gamze Akkuş Îlgezdî di meha tîrmehê de raporek amade kir û da zanîn ku li Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Uludag a Bursayê beşa onkolojiya zarokan, li Nexweşxaneya Dewletê ya Çanakkaleyê beşa kardiyolojiya zarokan, li navçeya Çanê beşên kardiyolojî, norolojî, nexweşiyên sing, KBB, nexweşiyên enfeksiyonê, cerrahiya mejî û radyolojiyê û li Colemêrgê jî beşa gastroenterolojiyê, dil-rih û beşa venihêrinê awarte ya zarokan tune ne. 
 
'REFORM' BÛ SEDEMA BINPÊKIRINAN
 
Wezareta Tenduristiyê ji bo pêşîlêgirtina pirsgirêka di bin navê “Reforma Spî” de çendek guhertin û sererastkirin kir. Lê belê vê rewşê kedkarên tenduristiyê kir du cun û mexdûriyetên wan hêj zêdetir kir. Wezaretê di çarçoveya “reformê” de “Rêziknameya Diravê Lêzêdekirî” weşand lê bijîşkên saziyan li derveyî vê hişt û heta niha jî ji bo wan guhertinek çênekiriye. Ferqa di navberê diravê bijîşkên li sazî û dezgehên cemaweriyê, Teşebûsên Îktîsadî yên Cemaweriyê (KÎT), rêveberiyên herêmî û xizmetên medîko civakî de dixebitin û bijîşkên saziyan ên bi statûyên cuda dixebitin û bijîşkên li nexweşxaneyên girêdayî wezaretê û nexweşxaneyên zanîngehan dixebitin roj bi roj zêdetir bû. Bi rêziknameya nû ya di 26’ê nîsana 2022’yan re destûra salane ya teknîsyenên radyolojiyê yên li nexweşxaneyên cemaweriyê dixebitin jî hatin rakirin. 
 
PIRSGIRÊKÊN BIJÎŞKÊN MALBATAN
 
Wezaretê di 25’ê tebaxê de “Rêziknameya Peymana Bijîşktiya Malbatê û Diravdayînê” weşand û bi vê rêziknameyê re mafên bijîşkên malbatan hîn bêhtir hatin binpêkirin. Bi rêziknameya diravdayînê ya nû re şertê diravê lêzêdekirî girêdayî puana cezayê kirin ku ji hêla Dadgeha Makeqanûnê ve weke bêhiqûqtî hatibû pênasekirin. Diravê lêzêdekirî nedan hemşîre, karmendên tenduristiyê, teknîsyenên tipa lezgîn, sekreter û xebatkarên din ên li navendên tenduristiya malbatan dixebitin. Bi rêziknameyê re serarastkirina xebata bipeyman a girêdayî performansê anîn û gefa feshkirina peymanê ya li ser xebatkarên tenduristiyê jî hêj didome. 
 
Li gorî rêziknameyê, heke rojane di navbera 46 û 76 nexweşan de bê nihêrtin dê diravê teşwîqê bê dayîn û ev yek ji hêla kedkarên tenduristiyê ve weke feraseta “memnûnkirina mişterî” tê nirxandin.  Her wiha pergala taşeronbûnê ku di salên berê de ketibû meriyetê, pergalê hêj girantir dike û hêj didome. Yên ku di derenceya yekemîn de dixebitiyan û girêdayî 657’ê memûr bûn û bi waliyan re dest bi îmzekirina peymanê kir. Kirê û fatûreyên ASM’iyan ji hêla saziya xizmetên carî ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê ve tê pêşwazîkirin. Qismê ku kêm dimîne jî ji xebatkaran tê standin. 
 
HERÎ KÊM 398 ÊRIŞ HATIN KIRIN
 
Tundiya li dijî xebatkarên tunduristiyê zêde bû. Gelek xebatkarên tenduristiyê ku rastî êrişa nexweş û xizmên nexweşan hatin an birîndar bûn an jî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Sendîkaya Xebatkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (Saglik-Sen); di 11 mehên ewil ên sala 2022’yan de li dijî herî kêm 398 xebatkarên tenduristiyê êriş hatin kirin. Ji 464 êrişkaran derheqê 198’an de tu kiriyar nehatin destpêkirin û tenê 91 jê hatin girtin. Bijîşkê bi navê Ekrem Karakaya di meha tîrmehê de li Nexweşxaneya Bajar a Konyayê dema karê xwe dikir ji hêla xizmên nexweşekê vî hate qetilkirin. Peywirdarê ewlekariyê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Necmî Kadioglû ya Stenbolê yê bi navê Tugrul Okudan ji ber ku got ‘hinek bêdeng bin’ rastî êrişê hat û hate qetilkirin. Di meha tebaxê de tekane bijîşkê hematolojiyê yê Afyonkarahîsarê bi sedema ku xizmê nexweşekî di gilînameya ji bo CÎMER’ê nivîsandî de “gefa kuştinê li ser çêdike” îstîfa kir. 
 
TUNDÎ BÊCEZA MA 
 
Kesên êrişî xebatkarên tenduristiyê kirin jî nehatin cezakirin. Di serî de Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û rêxistinên tenduristiyê, daxwaz hebû ku sepana pênaseya sûcên katalog bikeve meriyetê û ev daxwaz di nîva salê de hate qebûlkirin. Tevî vê yekê jî di darizandinan de encamên pêximker nehatin bidestxistin. Hinek dozên di nava salê de biencam bûn wiha ne: 
 
“* 4’ê Çileyê: Li Muge Îpekçî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pendîk a Stenbolê êrişî Dr. Esma Demîr kiribû, salek û mehek û 15 roj cezayê hefsê hate birîn. Cezayê wê hate taloqkirin. 
 
* 25’ê Nîsanê: Li Hakan Coşkun ku di 11’ê sibatê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Umraniyeyê pozê xebatkarê tenduristiyê Mûstafa Yaşar şikand, ji ber sûcê “gef û birîndarkirina bi qesdî” 11 sal û 6 meh cezayê hefsê hat birîn. Coşkun, di danişîna ewil de hate berdan. 
 
* 8’ê Tîrmehê: Li Ugur Çalişkan ku li Nexweşxaneya Zanîngehê ya Pamukkale ya Denîzliyê bijîşkên asîstan Yagmur Bakkalci û Osman Gazî Saglam li odeyekê qilf kir û rehîn girt, bi giştî 8 sal û 5 meh cezayê hefsê hate birîn. Lê belêr êrişkar bi biryara dadgeha îstînafê hate berdan. 
 
* 27’ê Îlonê: Li Selîm Duman ku li Polîklînîka Dermatolojiyê ya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Cerrahpaşa ya Stenbolê êrişî Dr. Dursun Dorukhan Altinişik kir, 11 meh û 7 roj cezayê hefsê hate birîn. Cezayê wî hat daxistin û kirin 9 meh û 10 roj. 
 
* 10’ê Cotmehê: Li sê birayên ku li navçeya Torbali ya Îzmîrê bijîşka malbatê Ekîn Hurel Gunay derb kirin ji bo her yekî jê 2 sal û 3 mehan cezayê hefsê hate xwestin. Lê biryara berdanê hate dayîn. 
 
* 21’ê Cotmehê: Li kesên di 27’ê hezîranê de li Rihayê êrişî Dr. Şeyhmus Baraş kirin, ji ber sûcê ‘birîndarkirina sivik’ 11 meh û 7 roj, ji ber sûcê heqaretê 10 hezar û 600 lîre cezayê pereyan, ji ber sûcê gefxwarinê 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Bi hinceta ‘rewşa baş’ cezayê bersûcan hate daxistin. Êrişkar di danişîna ewil de hatin berdan. Baraş, bertek nîşan da û dîplomaya xwe çirand.” 
 
RÊXISTINÊN TENDURISTIYÊ DI HEDEFÊ DE NE
 
Rêxistinên tenduristiyê yên ku di tevahiya salê de li dijî van pirsgirêkan têdikoşiyan jî di hedefa îktîdarê de bûn. Li şûna çareserkirina van pirsgirêkan, îktîdarê rêxistinên pîşeyî yên ku ev pirsgirêk vedigotin hedef girt. Ji bo ku peyva “Tirk” ji navê TTB’ê bê derxistin, îktîdarê dest bi amadekariyan kir. Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ku ji roja hatiye hilbijartin heta niha her tim di hedefa medyaya alîgir de bû, ji ber nirxandineke xwe ya têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hate girtin. Di îdianameya Fîncanci de hat îdiakirin ku Konseya Navendî “xebatên li derveyî armancên xwe” dike. 
 
Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey û 7 rêveberên sendîkayê di 22’yê tîrmehê de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê, birêvebirina rêxistinê û propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Hevseroka Giştî ya SES’ê ya dema berê Gonul Erden jî ji gulana sala 2021’an ve girtî ye. 
 
BERXWEDANA TENDURISTVANAN
 
Xebatkarên tenduristiyê di tevahiya salê de li ber xwe dan. Di serî de TTB û SES, gelek rêxistinên tenduristiyê bi sedan çalakî û xwepêşandan li dar xistin. Bijîşkên malbatan li dijî rêziknameya wezaretê di navbera 17-18’ê sibatê de ji bo du rojan dest ji kar berdan. TTB’ê di 8’ê sibatê û di rojên 14-15’ê adarê de dev ji kar berda. Kedkarên tenduristiyê di 30’ê hezîranê-1’ê tîrmehê de, di 7’ê tîrmehê û 15’ê kanûnê de bi awayekî girseyî dev ji kar berdan û bal kişandin ser tundiya di qada tenduristiyê de, pirsgirêka diravê lêzêdekirî, kêmbûna xebatkaran û ticarîkirina tenduristiyê.  
 
OKTEN: QUDÛM DI ME DE NEMA
 
 
Serokê 2’yemîn ê TTB’ê Doç. Dr. Alî Îhsan Okten têkildarî qewimînên di qada tenduristiyê axivî û da zanîn ku sala 2022’yan hem ji bo nexweşan û hem jî ji bo kedkarên tenduristiyê saleke dijwar bû. Okten, diyar kir ku tenduristvan li dijî van pirsgirêkan dadikevin qadan û wiha domand: “Liv û tevgerek heye ku roj bi roj zêde dibe. Sedema vê jî pirsgirêkên ku em dijîn in. Nebaşkirina şertên aborî û mafên bingehîn, xerabbûna şertên xebatê, zêdebûna tundiyê, neqebûlkirina Covîd-19’ê weke nexweşiyeke pîşeyî, nebûna qanûnên ku kedkarên tenduristiyê diparêzin û hwd. çendek pirsgirêkên bingehîn in. Ji ber van pirsgirêkan jî êdî qudûm di tenduristvanan de nema ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan me xwest bi wezîrê tenduristiyê re hevdîtinê bikin lê bersiv neda. Lewma jî em daketin qadan. Me bi awayekî girseyî dev ji kar berda, meşa spî û çalakiyên cuda li dar xistin. Her çend ku îktîdar nexwaze hevdîtinê bike jî, neçare ku li van hişyariyan guhdar bike. Li gorî xwe ‘reforma spî’ ragihand lê ev reforma wan berdewamiya ‘bernameya veguherîna di tenduristiyê de’ ye.” 
 
SEDEMÊN ZÊDEBÛNA TUNDIYÊ
 
Bi domdarî Okten bal kişand ser şert û mercên nexweşxaneyan û ev tişt anî ziman: “Xizmeteke biwesf a tenduristiyê nîne. Heke li polîklînîkê ji bo nexweşekî 3-4 deqe hatibin veqetandin, ev hem ji bo bijîşk û hem jî bo nexweşî bitendurist nîne. Îcar welatî serî li bijîşkên malbatê didin. Heke ji vir jî encamê negire îcar diçe gelek nexweşxaneyan. Ev jî dike ku girtî bikevin ser hev. Vêcarê jî êdî randevû pir dereng tên dayîn. Hemwelatî jî weke ku berpirsyarê vê bijîşk bin tevdigerin. Ev yek rê li ber tundiyê vedike. Lê berpirsyarê vê pergalê em nînin. Mixabin ku fatûreya pergalê weke tundî li xebatkarên tenduristiyê vedigere. Li seranaserî welêt di mijara amûrên tibbî de jî pirsgirêk hene. Di nava salê de gelek emeliyatên girîng nehatin kirin. Ev pirsgirêk hêj didomin. Her wiha ji ber krîza aborî, krîza dermanan jî dest pê kiriye. Gelek dermanên bingehîn tune ne. Ev yek pirsgirêkeke pir cidî ya tenduristiyê ye û divê ji bo vê xebat bên kirin.” 
 
HÊVIYA JI SALA 2023’YAN
 
Okmen, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li welêt pirgirêka îstîhdamê heye. Heta ku em pirsgirêkan çareser nekin dê nekarin xizmetekê baş bidin. Ya girîng ew e ku xizmeta tenduristiyê ya parastinê bê xurtkirin û gel ji nexweşiyan bê parastin. Anku xurtkirina derenceya ewil. Em dikarin bi vî rengî civakeke bitendurist ava bikin. Divê ev pergala tenduristiyê bi temamî bê betalkirin û derbasî pergaleke nû ya tenduristiyê bibin. Ji bo pêşîlêgirtina tundiya li dijî tenduristvanan jî em qanûnên nû dixwazin. Nexwe dê pirgirêk bidomin. Em dixwazin di sala nû de pirsgirêk bên çareserkirin. Nexwe dê sala pêşiya me pirsgirêk hêj kûrtir bibin. Divê îktîdar bi hemû yekîneyên xwe re pirsgirêkên heyî tespît bike û çareser bike.” 
 
MA / Semra Turan - Hamdullah Yagiz Kesen