Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin

img
EDENE - Karkeran di sala 2022’yan de têkoşîna xwe ya maf a li dijî sermayedarên ku ji ber polîtîkayên îktîdarê hêj dewlemendtir bûn, mezintir kir. Karkeran, bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê ser bikevin” çalakiyên xwe pêk anîn û bi karmendan paşvegav dan avêtin. 
 
Şewba Koronavîrûsê (Covîd-19) di sala 2020-2021’an de bandor li tevahiya cîhanê kir. Di vê pêvajoyê de yek ji derdora herî zêde keda wan hatiye xwarin jî karker û kedkar bûn. Karker û kedkaran li dijî vê kedxwariyê û xespkirina mafan, di tevahiya sala 2022’yan de li ber xwe dan. Dê vê salê de karker rastî gelek pirsgirêkên mîna krîza aborî, cînayetên kar, saetên zêde yên xebatê, mercên nebiewle, derxistina ji kar, sirgûn û hwd. re rû bi rû man. 
 
DI 11 MEHAN DE HEZAR Û 658 KES MIRIN 
 
Cînayetên kar di sala 2022’yan de jî bi dawî nebûn. Li gorî daneyên Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG); di meha çileyê de herî kêm 120 karkeran, di meha sibatê de herî kêm 109 karkeran, di adarê de herî kêm 122 karkeran, di nîsanê de herî kêm 129 karkeran, di gulanê de herî kêm 178 karkeran, di hezîranê de herî kêm 189 karkeran, di tîrmehê de herî kêm 173 karkeran, di tebaxê de herî kêm 188 karkeran, di îlonê de herî kêm 161 karkeran, di cotmehê de herî kêm 162 karkeran û di meha mijdarê de jî herî kêm 127 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Rapora meha kanûnê nehat parvekirin. Di nava 11 mehên sala 2022’yan de herî kêm hezar û 658 karker bûn qurbaniyên cînayetên kar. Cînayetên kar herî zêde jî di karên înşaetê, veguhestin, çandinî û madenê de çêbûn. 
 
KARKERÊN DEMSALÎ
 
Cînayetên kar bi taybet jî di mehên gulan-îlonê de çêbûn ku karên demsalî herî zêde di van mehan de ne. Di nava 11 mehan de 327 karkerên demsalî dema ji bo xebatê diçûn bajaran, di encama qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. Bajarê herî zêde karkeran lê jiyana xwe ji dest dayîn jî Bartin bû. Di encama teqîna grîzû ya di 14’ê cotmehê li kana madenê ya Amasrayê de 42 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku Dîwana Çavdêriya Darayî di rapora xwe de Midûriyeta Muessese ya Amasrayê hişyar kiribû û jê re gotibû ku li kana madenê ya navborî talûkeya degaja gazê û teqîna girîzû heye.  
 
ZAROKÊN ‘KARKER’ 
 
Zarokên ku neçarî xebatê hatine kirin jî para xwe ji van cînayetên kar girtin. Li gorî daneyan, li Tirkiyeyê herî kêm 2 milyon zarok neçarî xebatê tên kirin. Yek ji qada ku zarok lê tên neçarkirin ku bixebitin jî sektora çandiniyê ye. Di nava 11 mehan de 61 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan. Li gorî salên bihûrî, rêjeya mirina zarokên karker ên di bin temenê 14 saliyê de roj bi roj zêdetir dibe. 
 
MIRINA PENABERÊN KARKER 
 
Li gorî heman daneyan; herî kêm 50 karkerên motokuryeyê ku ji bo ked û mercên xebatê li ber xwe didin di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Hejmara penaberên karker roj bi roj zêdetir dibe û binpêkirina mafên wan rê li ber cînayetên kar vedike. Îsal herî kêm 84 penaberên karker di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Ji sedî 67’î van karkeran jî penaberên sûriyeyî û efxanî bûn. Agahiyên nasnameyê yên hinek penaberên karker jî nehatin bidestxistin. Xebitandina penaberên karker a bi awayekî neqeydkirî û nebûna tevdîrên ewlehiyê, weke sedema van cînayetan tê destnîşankirin. 
 
TIRKIYE DI MIRINA KARKERAN DE DI RÊZA EWIL DE YE! 
 
Bikarneanîna mekanîzmaya venihêrtinê û polîtîkayên ku sermayedaran diparêzin, rê li ber zêdebûna cînayetên kar vedike. Ev yek jî dike ku di mijara mirina karkeran de Tirkiye bibe yek ji welatên herî nebaş. Li gorî daneyên Lijneya Ewlehiya Civakî (SGK) û Eurostat ku ofîsa îstatîstîkê ya fermî ya Yekitiya Ewropayê (YE) ye, di mijara mirinên di encama qezayên kar de çêdibin, Tirkiye di nava welatên Ewropayê de di rêza yekemîn de ye. 
 
MERCÊN XERAB
 
Pirsgirêkên karkerên ji bajarên Kurdistanê ji bo karê çay, bindeq, narinciye û pembû diçûn bajarên Behra Reş, Çûkûrova, Anatoliyaya Navîn û Egeyê, di tevahiya salê de berdewam kirin. Karkerên demsalî li gel cînayetên kar, her wiha neçar man ku bi pereyekê kêm bixebitin. Ji cihê lêmayînê heta pêşwazîkirina pêdiviyên weke serşûştin û destxweşkirinê, ji mercên xebatê yên demdirêj heta xwegihandina xizmetên tenduristiyê, ji sexbêrkirina zarokên xwe heta peydakirina ava paqij, karkerên demsalî bi gelek pirsgirêkên din re rû bi rû man. Di heman demê de karkerên demsalî gelek caran rastî êrişên nîjadperest hatin. Gelek karkerên kurd, sûriyeyî û iraqî li bajarên weke Kastamonu, Enqere, Konya û Manîsayê rastî êrişan hatin. 
 
Di tevahiya salê de mezintirîn pirsgirêka çîna karker, krîza aborî bû. Mûçeyê ku werdigirtin li hemberî enflasyona ku bilind dibû diheliya û karkeran ji bo başkirina şert û mercên xebatê û bi daxwaza “Ne kêmtirîn mûçe lê heqdestekî ku em bikarin mîna mirovan pê debara xwe bikin” li ber xwe dan. Çendek encamên bi saya berxwedana wan hatine bidestxistina mohra xwe li salê dan. Di du mehên ewil ên sala 2022’yan de li seranserî welêt bi giştî 108 grev hatin kirin. Ji van grevan di 96’an de karkeran dev ji kar berdan û xwestin ku heqdestê wan bê zêdekirin. Herî kêm 17 hezar karker tev li van çalakiyan bûn.
 
BERXWEDANEKE BÊNAVBER
 
Karkerên ku li beşên cuda yên Nexweşxaneya Bajar a Ozel Egeyê ya Îzmîrê dixebitiyan, ji ber ku mûçeyên wan ên kanûna sala 2021’an nehatine dayîn dest bi çalakiyê kiribûn û ev çalakiya xwe heta destpêka salê jî domandin. Di encama çalakiya karkeran de mûçeyên wan hatin dayîn. Lê belê daxwazên karkeran ên weke sererastkirina kodên SGK’ê,  dayîna tazmînatên qidemê û dayîna tevahiya kêmtirîn mûçeyan nehatin bicihanîn. 
 
SNTRALA NUKLEERÊ YA AKKUYUYÊ 
 
Karkerên Santrala Nukeleerê ya Akkuyuyê ku li navçeya Gulnar a Mêrsînê tê çêkirin, li dijî cînayetên kar, bi komî derxistina ji kar, saetên xebatê yên zêde, nedayîna mûçeyan, mercên nebaş ên qawîşên lê dimînin û hwd. têkoşiyan. 250 karkerên ku bi fîrmayeke taşeron re dixebitiyan dev ji kar berdan. 
 
KEDKARÊN BBC’YÊ BI SER KETIN
 
Jinên ku li beşa embarê ya li Hala Hêşinayî û Fêkiyan a li Tarsus a Mêrsînê dixebitiyan, di 6’ê çileyê de bi sedema ku heqdestê wan nehatiye şandin dest bi çalakiyê kirin. Daxwaza jinên karker hate qebûlkirin. 
 
Kedkarên Buroya BBC’yê ya Stenbolê ku teklîfa zemê ya di bin rêjeya enflasyonê de qebûl nekirin, di 14’ê çileyê de dest bi grevê kirin. Greva kedkaran bi ser ket. 
 
Karkerên ku li Çîmtaş a girêdayî Holdînga Çûkûroava ya li Mêrsînê dixebitiyan, peymana komelî ku di navbera Bîrleşîk Metal-Îş û MESS’ê de hatiye morhkirin qebûl nekirin û di meha çileyê de dev ji kar berdan. Bi hinceta ku tev li çalakiyan bûne, di çarçoveya xala 25/2.’yan de 13 karker bêyî ku tazmînata wan were dayîn ji kar hatin derxistin. 
 
BERXWEDANA KARKERÊN TRENDYOLÊ
 
Tendyol ku kargeha bazirganiyê ya elektronîkê ye, bi destpêkirina pandemiyê re li ser hev rekor şikandin. Nirxê xwe di sala 2021’an de herî kêm 2 qet û nîv zêdetir kir û derket 9,4 milyar TL’an. Karkerên Trendyolê bi sedemên weke mercên nebaş ên xebatê û heqdestê kêm, li Stenbol û gelek bajarên din dest bi çalakiyan kirin. Karkerên ku li dijî xespkirina mafên xwe têdikoşiyan, nêzî 3 rojan kargeh venekirin û bi sedan karker di roja 26’ê çileyê de li pêşiya navenda giştî ya fîrmayê ya li Maslakê hatin ba hev. Fîrma neçar ma ku ji sedî 11 zemê li pakêta mûçeyê ya dema berê ku 9 hezar lîre +KDV bû bike û heqdestê karkeran weke 12 hezar lîre + KDV nû bike. Çalakiya karkeran bi ser ket. 
 
Kuryeyên HepsîJet’ê serê paketê bi 3,75 TL lîreyan dihatin xebitandin û ji bo sala 2022’yan 4,75 TL jê re hat teklîfkirin. Kuryeyên HepsîJetê ku zema lîreyekê ya ji bo serê paketê qebûl nekirin, bertek nîşan dan û li Antalyayê dikan girtin. Karkerên ku di 29’ê çileyê de li pêşiya Navenda Giştî ya HepsîBurada ya li Trump AVM a li Mecîdiyekoy a Stenbolê hatin ba hev, dan zanîn ku heta ku mafên xwe bidestnexin dê dev ji têkoşînê bernedin. Di encama têkoşîna karkeran de karmend neçar ma ku paşvegavê biavêje û bihayê paketa “K” yê ji 0,75 TL’an derxîne 4 TL’an. Her wiha di paketên defacto de jî heqdestê kêm hate rakirin. Li heqdestê ku ji bo teslîmkirina hinartiyên defacto ku 3,25 TL bû ji sedî 46 zem hat kirin û bi reqemên standart re bû yek. Di meha adarê de dê 1000 TL piştgiriya sotmeniyê bê kirin. Kuryeyên ku ji ber Covîd-19’ê nekarîn ji hefteyekê û hefteyekê zêdetir bixebitin, dê di çarçoveya înîsiyatîfa Midûriyeta Herêmê de 1000 TL’an alîkariyê bigirin. Heke kurye dema belavkirinê de qeza bike û di vê qezayê de qisûra wî/wê ji 8 paran 4 be yan jî kêmtir be û nekare hefteyekê û ji hefteyekê zêdetir bixebite, dê di çarçoveya înîsiyatîfa Midûriyeta Herêmê de jê re 1000 TL alîkarî were dayîn.” Ev daxwazên karkeran hatin qebûlkirin. 
 
KARGOYA YURTÎCÎ, YEMEKSEPETÎ... 
 
Peymanên karkerên Kargoya Yurtîçiyê ku ji sedî 17 zem dixwesetin hatin betalkirin û şaxa ku lê dixebitiyan hate girtin. Ji ber ku daxwazên wan nehatin qebûlkirin û ji kar hatin derxistin, karkerên kargoyê di 1’ê çileyê de dest bi têkoşînê kirin û ev berxwedana wan didome. 
 
Kuryeyên Banabî Yemeksepetiyê, ji bo heqdestên kêm, sendîkabûyîn û mafên prîmê kontak girtibûn. Ji ber çalakiyên ku li gelek deverên Tirkiyeyê berdewam dikirin, hinek karker ji kar hatin derxistin. Karkeran ji ber avêtina ji kar doz vekirin û 35’emîn Dadgeha Kar a Stenbolê diyar kir ku karkerên Yemek Sepetiyê bi “sedema sendîkayê” ji kar hatine derxistin û biryar da ku li gel wergirtina kar, her wiha divê tazmînat sendîkayî were dayîn. 
 
Karkerên li Alpîn Çorapê dixebitiyan, piştî rêjeya zemê ya hatiye ragihandin makîneyên xwe dan sekinandin û hilberîn nekirin. Karkeran xwestin ku herî kêm 2 hezar û 500 lîre heta 3 hezar TL’an zem were kirin, hevalên wan ji kar neyên derxistin û AGÎ (Daxistina Kêmtirîn Debarê) ku dewlet dide fîrmayê jî li karkeran bê belavkirin. Nûnerên ku karkeran diyar kiribûn, bi karmendan re civiyan û tevahiya daxwazên karkeran hatin qebûlkirin. Biryar hat dayîn ku 2 hezar û 500 TL zem were kirin û tu karkerên ji ber çalakiyê dev ji kar berdayîn ji kar nayên derxistin. 
 
BERXWDANA FARPLASÊ
 
Karkerên li febrîqeya Farplasê ya li Herêma Pîşesaziyê ya Otomotîv Tedarîk Pîşesazî Îhtîsas Organîze ya Gebze ya Kocaeliyê, bertek nîşanî heqdestan dan û dev ji kar berdan. Karkeran di 2’yê sibatê dest bi çalakiyê kirin û çalakiya wan heta 1’ê nîsanê dom kir. Şaxa Hejmar 2 ya Bîrleşîk Metal-Îş ya Gebzeyê ev daxuyanî da: “Em, berxwedana xwe ya li pêşiya febrîqeyê bi dawî dikin. Lê belê dê têkoşîna me ya ji bo mafên endamên me ya li Farplasê û ji bo sendîkabûyînê bidome.” 
 
KARKERÊN KAXIZÊ YÊN LÎLAYÊ
 
Karkerên li febrîqeya Kaxizê ya Lîlayê ku xebatên xwe li Çorlu ya Tekîrdagê didomîne, bi hinceta ku li Sendîkaya Seluloz-Îş a girêdayî Turk-Îşê birêxistinkirî ne ji kar hatin derxistin. Li ser vê yekê karkeran li pêşiya febrîqeyê dest bi çalakiyê kirin. Têkoşîna karkeran ku ji bo mafê sendîkayê û vegera li karê xwe hatibû destpêkirin encam da. 
 
Karkerên beşa epoksî ya Febrîqeya Elektromekanîk a Batelê ya li Çîglî ya Îzmîrê, di meha sibatê de çalakiya rawestandina kar kirin. Karkeran daxwazên xwe ji karmend re şandin û karmend neçar ma ku di gelek mijaran de paşvegavê biavêje. Di çarçoveya daxwaza karkeran de prîma mehane ku 240 TL bû, derxist 400 TL’an û wesayîta ku karkeran tenê dianîn an jî dibirin êdî dê karkeran hem bîne kar û hem jî bibe. Karkerên ku hinek destkeftî bi dest xistin, biryar dan ku li karê xwe vegerin. 
 
KARKERÊN MÎGROSÊ
 
Karmendan ji bo karkerên li depoya Mîgrosê ya li Esenyurt a Stenbolê dixebitiyan tenê ji sedî 8 zem kir. Karkeran xwest ku mûçeyê wan li ser kêmtirîn mûçeyê be û heta daxwazên wan tên qebûlkirin jî dê nexebitin. Bi hinceta ku dixwestin 4 TL li heqdestê wan ê rojane were zêdekirin, karkerên depoyê ji kar hatibûn derxistin lê têkoşîna wan bi ser ket. Daxwazên karkeran hatin qebûlkirin û 257 karkerên ji kar hatin derxistin dîsa li kar hatin vegerandin. 
 
Karkerên li febrîqeya Erdal Çorap a li Arnavutkoyê dixebitiyan, li dijî zema kêm di 3’yê sibatê dev ji kar berdan. Karkeran daxwaza heqdestekî ku bikarin debara xwe pê bikin kirin û mehek piştre jî daxwaza wan hat qebûlkirin. Karkerên li Kiraç Metal a Eskîşehîrê dixebitiyan, li ser derxistina karkeran a ji kar, di 3’yê sibatê de dest bi berxwedanê kirin. Berxwedana wan bi ser ket û hem êdî kesek ji kar nehat derxistin û her wiha 400 lîre zem jî li mûçeyê wan hat kirin. 
 
Karkerên Bendergehê ya Hopayê ji ber ku îkramiye hatin rakirin, heqdestê wan êdî weke heqdestê brût dihat dayîn, ji bilî rêjeya kêmtirîn mûçeyê zem nehat kirin û ji bo ku saetên xebatê bên kêmkirin; dev ji kar berdan. Daxwaza karkeran a ku zem di meha çileyê de bên diyarkirin û bihayê xwarinê bila 36 lîre bin hatin qebûlkirin û li mûçeyê wan jî ji sedî 40 zem hate kirin. 
 
KARKERÊN SHELLÊ
 
Karkerên ku li termînala tijekirinê ya Shell’ê ya li Derînce ya Kocaeliyê, bertek nîşanî teklîfa ji sedî 25 zem a karmend dan. Di peymana karê komelî de ku 101 karker eleqedar dikir, Petrol-Îşê herî kêm ji sedî 50 zem xwest. Karmend neçar ma ku ji sedî 45 zem bike. 
 
Karkerên Aushra a Stenbolê bi daxwaza zemeke ku bikarin debara xwe pê bikin dev ji kar berdan. Karmend neçar ma ku daxwazên karkeran qebûl bike. 
 
ÇALAKIYÊN ‘EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’
 
Li gel tevahiya van çalakiyan, her wiha ji Stenbolê heta Enqere, Mêrsîn, Samsun, Îzmîr û gelek bajarên din, mitîng û çalakiyên bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin” hatin lidarxistin. Di çalakiyan de daxwaza “Em dixwazin mîna mirovan bijîn” derket pêş û karkeran li dijî bihabûna her tiştî serî hil dan. Karkeran xwest di 17’ê kanûnê de bi heman dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin” li Enqereyê mitîngê li dar bixin lê ev mitîng hat astengkirin. 
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen