Daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan mohra xwe li sala 2023’yan da

img
STENBOL - Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û 33 meh in agahî jê nayên girtin, ji serê salê ve dest pê kirin û bi kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” li çar aliyên cîhanê belav bû. 
 
Komploya navneteweyî mudaxileya ewil a hêzên kûrewî ya li dijî Rojhilata Navîn bû û komplo di 9’ê Cotmeha 1998’an bi derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê re dest pê kir. Abdullah Ocalan piştî pêvajoya 4 mehan ku weke “Çarmixkirin” pênase dike, anîn Tirkiyeyê û xistin Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. Ev 25 sal in di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 33 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Rêberê PKK’ê ji sala 1999’an heta sala 2005’an di hucreyeke yekkesî de dihat ragirtin û ev rewşa tecrîdê bi demê re veguherî agahînegirtina mutleq a û incommunicadoyê didome. 
 
Di 12 salên ewilî yên li Girtîgeha Îmraliyê de mafê hevdîtina bi parêzeran re yê Abdullah Ocalan di hefteyê de tenê rojek û bi saetekê hatibû bisînorkirin. Lê belê serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên weke “keştî xerabe ye”, “muxalefeta hewayî” û hwd. hatin astengkirin. Hevdîtinên bi parêzeran re yên li Îmraliyê ji 27’ê tîrmeha sala 2011’an ve hatin astengkirin û di sala 2019’an piştî çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li girtîgehan hatiye destpêkirin, 5 caran hatin kirin. Lê belê piştre bi hinceta “cezayên disiplînê” dîsa hatin astengkirin. 
 
Abdullah Ocalan, ji sala 2014’an heta niha tenê 5 caran karî bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Hevdîtina herî dawî jî di 3’yê adara 2020’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir. Rêberê PKK’ê di nava 25 salên li Îmraliyê de tenê karî du caran mafê xwe yê hevdîtina li ser telefonê bi kar bîne. Hevdîtina xwe ya ewil di 27’ê nîsana sala 2020’an de û ya herî dawî jî di 25’ê adara 2021’an de kir ku ev hevdîtin di nîviyê de hatibû qutkirin. Di vê hevdîtina dawî de Abdullah Ocalan got; “Dewlet xelet dilîze” û piştî vê hevdîtinê tu agahî jê nehatin girtin. 
 
DI SALA DAWÎ DE 169 SERLÊDAN HATIN KIRIN 
 
Ji adara sala 2021’an heta niha parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dijî rewşa agahînegirtinê 110 caran serlêdan kirin. Malbata wî jî di nava salekê de 59 caran serlêdan kir. Ji van serlêdanan 12 jê parêzaran û 9 jî ji hêla malbatê ve bi mebesta erdhejê hatin kirin. 
 
DI NAVA 365 ROJAN DE 6 CEZAYÊN ‘DISIPLÎNÊ’
 
Cezayên di bin navê “disiplînê” de tên dayîn ku weke hinceta astengkirina serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran tên nîşandan, di sala 2023’yan de jî bi awayeke sîstematîk berdewam kirin. Di vê çarçoveyê de 4 caran ji bo 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hate dayîn û 2 caran jî ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn. 
 
SERLÊDANÊN AYM, CPT Û TBB’Ê 
 
Parêzerên Abdullah Ocalan di sala 2023’yan de 8 caran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Yek ji van serlêdanan ji bo erdhejê, 4 jê ji bo astengkirina hevdîtinên bi malbatê re, 2 jî ji ber astengkirina hevdîtina bi parêzeran re hatin kirin. Di heman demê de parêzeran ji ber bicihneanîna biryara tevdîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) jî serlêdanek kir. 
 
Parêzeran di 6’ê çileya 2023’yan de ji ber destûrnedayîna hevdîtinên bi miwekîlê xwe Abdullah Ocalan re û bi daxwaza “betalkirina biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re” serî li Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) dan. 
 
Di nava salê de parêzeran 4 caran serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan. Di serlêdanan de ji CPT’yê hat xwestin ku rapora hevdîtina saziyê ya di sala 2022’yan de li Îmraliyê kiribûn bê parvekirin. 
 
6 CARAN KONSEYA EWROPAYÊ HAT AGAHDARKIRIN 
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adara 2014’an de ji ber cezayê muebbeta giran a li Abdullah Ocalan hatiye birîn biryara “binpêkirinê” dabû û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) jî kontrol dike bê ka ev biryar tên bicihanîn an na. Ji ber ku dewleta tirk biryara DMME’yê bi cih ne anî, parêzeran di çileya sala 2023’yan de carekê Komîteya Wezîran a KE’yê agahdar kir. Parêzeran di demên berê de jî 5 caran ev sazî agahdar kiribû. 
 
JI WEZARETA DADÊ RE NAMEYA VEKIRΠ
 
Parêzerên Abdullah Ocalan di 14’ê adara sala 2023’yan de jî ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag re nameyeke vekirî şandin. Di nameyê de hat diyarkirin ku miwekîlê wan Abdullah Ocalan li derveyî “Pergala hiqûqê” di statûya rehîneyan de tê ragirtin û ev pirs jê hate kirin: “Gelo weke wezîrê dadê hûn di ferqa berpirsyartiya xwe de ne yan na?” 
 
Li dijî rewşa agahînegirtina ji Îmraliyê, li çar aliyên cîhanê bi milyonan kesan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin û vê rewşê mohra xwe li sala 2023’yan da. Di rojên ewil ên sala 2023’yan de Veysî Taş û Mehmet Akar ji bo protestokirina tecrîda li Îmraliyê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, agir berdan bedena xwe û çalakî dest pê kirin. Di tevahiya salê de li çar aliyên cîhanê çalakî berdewam kirin û bi kampnayaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” tên domandin. Di tevahiya salê de gelê kurd û dostên wan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, li gelek deverên cîhanê rabûn ser pêyan. Di serî de li Tirkiye, Kurdistan û Ewropa, hema hema li her deverê bi hezaran meş, daxuyanî, panel, konferans, komxebat û çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Me jî ç alakî û xwepêşandanên di sala 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatine lidarxistin berhev kir. 
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ AGIR BERDA BEDENA XWE 
 
Welatiyê bi navê Veysî (Bubo) Taş (65) di 12’ê çileyê de ji bo protestokirina tecrîda li Îmraliyê li Sîteya Pîşesaziyê ya li navçey Artuklu ya Mêrdînê agir berda bedena xwe. Taş, beriya ku jiyana xwe ji dest bide vîdeoyek kişand û got ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan vê çalakiyê li dar dixe. Mehmet Akar jî di 16’ê çileyê de li ser Sûrên Amedê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agir berda bedena xwe. 
 
SOSYALÎST LI DIJÎ TECRÎDÊ DI NAVA ÇALAKIYAN DE NE 
 
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam dikin, di 16’ê çileyê de li Îzmîrê sê rojan çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. 
 
LI ROJAVA 2 MILYON ÎMZE HATIN KOMKIRIN 
 
Înîsiyatîfa Mafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê li dijî tecrîda li Îmraliyê û agahînegirtina ji Abdullah Ocalan, kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Di encama kampanyayê de 2 milyon îmze hatin komkirin û ji CPT’yê re hatin şandin. 
 
LI KONSEYA EWROPAYÊ 3 ROJAN ÇALAKÎ HAT LIDARXISTIN 
 
Gelê kurd û dostên wan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, di 23’yê çileya 2023’yan de li avahiya Parlamentoya Ewropayê (PE) ya Konseya Ewropayê (PE) ya li bajarê Strasbourg a Fransayê ji bo 3 rojan çalakî li dar xistin. Li ser bangawaziya Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) kurd û dostên wan li avahiya parlamentoyê hatin gel hev û 3 rojan tecrîd protesto kirin. 
 
DELEGASYONA NAVNETEWEYÎ HATE TIRKIYEYÊ 
 
Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku hiqûqnas, rojnameger û akademîsyen jî di nav de ji 36 kesên ji 7 welatên cuda pêk dihat, di 25’ê çileyê de hate Tirkiyeyê. Şandeyê di navbera 25 û 27’ê çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê di serî de parêzerên Abdullah Ocalan, bi gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî re hevdîtin kir. 
 
Bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA),  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê ( MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) bi dirûşma “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin”, Meşa Gemlîkê bihata lidarxistin. Meşa ku dê di 6’ê sibatê de ji du baskan ve bihata lidarxistin, ji ber erdhejên Mereşê hate taloqkirin. 
 
POSTERÊ OCALAN BI PE’YÊ VE HATE DALIQANDIN
 
Ciwanên kurd ên di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de hatin gel hev, li Eywana Lijneya Giştî ya PE’yê posterê Abdullah Ocalan vekirin û dirûşma “Êdî sebra me nema, azadî ji bo RÊBER APO” berz kirin. 
 
LI ATÎNAYÊ PANKARTA AZADIYÊ 
 
Di 23’yê adarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Ocalan re azadî” de, di maça basketbolê ya di navbera Panaathinaikos û Barcelonayê ya li Atînayê de pankarta “Ji Ocalan re azadî” hate vekirin. 
 
DI 4’Ê NÎSANÊ DE JI BO AZADIYÊ BER BI AMARAYÊ VE 
 
Di 4’ê nîsanê roja rojbûna Abdullah Ocalan de li çar aliyan pîrozbahî hatin lidarxistin, tecrîda li Îmraliyê hate protestokirin û daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin. Li gelek deveran ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn û ciwanên li kolanên Colemêrgê daketin kolanan, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kkirin û fenerên hêviyê firandin. Her wiha li gelek deverên cîhanê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin û bi pêşengtiya KCD, TJA, DBP, HDP, MED TUHAD FED’ê ber bi Amarayê ve bi dirûşma “Ji bo azadiyê ber bi Amareyê ve” meş hat lidarxistin. 
 
JI ALMANYAYÊ BO ÎMRALIYÊ SILAV ŞANDIN
 
Yekitiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê û Platforma Saziyên Kurdistanî ya Ewropayê li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di 15’ê nîsanê de meşek li dar xist. Bi dehhezaran kes tev li meşê bûn û bi pankarta “Ji Ocalan re azadî” hate vekirin. Beşdaran di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Hezar silav ji bo Îmraliyê” berz kirin. 
 
LI BEYRÛDÊ KOMXEBATA JI BO ABDULLAH OCALAN 
 
Li paytexta Lubnanê Beyrûdê di 13’ê hezîranê de têkildarî tecrîd û têkoşîna ku dê were dayîn, bi sernavê “Rojhilata Navîn a Demokratîk-ji bo rêya ber bi aştiyê ve bi hev re” komxebatek hate lidarxistin. Komxebat bi hevkariya Kongreya Federal a Daîmî ya Lubnanê, Komeleya Çandê ya Newrozê, Platforma Rojhilat a Pirçandî, Demokratia Novu Orao Seclorum û RESILIENT BEIRUT’ê hat lidaxistin û ji Lûbnan, Iraq, Tunus, Sudan, Filistîn, Urdun, Misr, Efrîqaya Başûr, Îran, Tirkiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek hiqûqnas, siyasetmedar û akademîsyen tev li bûn. Di komxebatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga yekitî û têkoşînê hate kirin. 
 
PARÊZERAN SERÎ LI NY’Ê DAN 
 
Parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, di 9’ê tîrmehê de serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dan. Di serlêdanê de bêdengiya CPT’yê hate rexnekirin û wiha hate gotin: “Em van sepanên dermirovî û derqanûnî yên Tirkiyeyê şermezar dikin.” 
 
CIWAN LI BAJARÊN EWROPAYÊ RABÛN SER PÊYAN 
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, di serî de Almanya û Fransa li gelek bajarên Ewropayê di 29’ê tîrmehê de meş li dar xistin. 
 
JI SENDÎKAL AZADIYÊ BANGA ‘LEZGÎN’ 
 
Nûnerên sendîkayên di bi navê “Kampanyaya Sendîkal a ji bo azadiya Ocalan” de xebatên xwe dimeşînin, di asta navneteweyî de li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan di 26’ê tîrmehê de li PE’yê ya li bajarê Brukselê bi navê “Banga lezgîn” daxuyanî dan. 
 
LI ÎTALYAYÊ ÇALAKIYA ‘DEMA HÊVIYÊ’ 
 
Li bajarê Brescia yê Îtalyayê ev 31 sal in ji hêla Radio Onda d’urto ve çalakiyên ku 18 rojan berdewam dikin tên lidarxistin. Di çalakiya îsal de tiştekî yekemîn çêbû. Di çalakiya 21’ê tebaxê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan û mafê serxwebûnê yê gelê kurd rojeke taybet hate veqetandin. Radio Onda d’urta û bûroya enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê çalakiya “Dema Hêviyê” li bajaroka Buffolora ya bajarê  Bresciayê li dar xistin û bi hezaran kes tev li çalakiyê bûn. 
 
RÊWÎTIYA AZADIYÊ
 
Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst, ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were, di 3-8’ê îlonê di navbera bajarên Koln û Dortmûnd ên Almanyayê çalakiya “Rêwîtiya Azadiyê” da destpêkirin. 
 
ÇALAKIYA BÊÎTAETIYA SIVÎL A LI DÊRA SPΠ
 
Di 23’yê îlonê de li Dêra Spî (Sacrê Coeur) bi tevlibûna Kurdistaniyan û dostên wan bi armanca rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan li Parîsa paytexta Fransayê û ji bo azadiya wî ya fizîkî çalakiya bêîtaetiya sivîl hate lidarxistin. Girseya li derenceyên Dêra Spî hatin bahev, bi rakirina wêneyên Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa firansizî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” çalakiya rûniştinê pêk anîn. 
 
KOMPOLOYA NAVNETEWÎ HATE ŞERMEZARKIRIN
 
Derketina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployeke navneteweyî, ji aliyê gelê ku li gelek deverên cîhanê daketin kolanan ve, bi taybet di daxuyaniyên girseyî yên li Stenbol û Amedê di 25’emîn salvegera wê de hate şermezarkirin.
 
KAMPANYAYA ‘AZADÎ’ YA DI ASTA NAVNETEWÎ DE 
 
Kurdan û dostên wan di 10’ê Cotmehê de, rojek piştî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, li Ewropayê bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li 74 navendan dest bi kampanyayeke nû kirin. Di çarçoveya kampanyaya ku di asta navnetewî de hate pêkanîn li Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê gelek çalakî û aktîvîte hatin lidarxistin. Di çarçoveya kampanyayê de ji rêxistinên Tamîlê, ji Şengalê, ji rêxistinên ciwanan, ji parêzeran, ji jinan, ji hin aktîvîstên li cîhanê daxuyaniyên piştgiriya kampanyayê hatin kirin. 
 
Di çarçoveya kampanyayê de di serî de meş, daxuyanî, panel, konferans û komxebat hin rêze çalakî û aktîvîte zêdetirî 100’an welatan hêj didome. 
 
JI 78 KESAN DEKLARASYONA ‘BANGA AŞTIYÊ’  
 
Li Stenbolê rojnamevan, hunermend, nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîr di nav de 78 kesan di 28’ê cotmehê de deklarasyona “Banga Aştiyê” aşkere kir. Di deklarasyonê de hate xwestin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin.  
 
JI 172 SAZÎ Û DEZGEHAN BANGA AZADIYÊ 
 
Li Amedê 172 sazî û dezgehên ku rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî di nav de di 29’ê cotmehê de bi dirûşmeya “Ji niha ber bi pêşerojê ve banga azadiyê” deklarasyon hate aşkerekirin.  
 
JI DEM PARTIYÊ SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û parlamenterên wê bi daxwaza hevdîtina bi Rêbêrê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin serî li Wezareta Dadê dan. 
 
JI BO ABDULLAH OCALAN ZINCÎRA JI MIROVAN
 
Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de ji aliyê komîteya hate avakirin de li bajarê Luzern ê Swîsreyê di 3’yê mijdarê de çalakiya zincîra mirovan hate lidarxistin.  
 
MAFÊN SIYASÎ Û DOZA ABDULLAH OCALAN  
 
Di civîna çapemeniyê ya di 8’ê mijdarê de bi serenavê “Li Tirkiyeyê Mafên Siyasî û Doza Abdullah Ocalan” li Parlamentoya Îtalyayê hate lidarxistin de ji bo tecrîda li dijî Abdullah Ocalan bê rakirin û azadiya wî pêk were ji Îtalyayê hate xwestin ku peywîra dikeve li ser milê wê bi cih bîne. 
 
MEŞA GEMLÎKÊ YA JI ÇAR ALIYAN VE  
 
Ji Colemêrgê heta Edîrneyê bi tevlibûna deh hezaran kesan li Stenbol û Amedê di 18-19’ê mijdarê de Meşa Gemlîkê hate lidarxistin. Di 18’ê mijdarê de bajarên Kurdistanê tev li meşa li Amedê bûn. Di 19’ê mijdarê de jî herêma Ege û Anatoliya Navîn tev li meşê bûn û baskê Marmarayê jî tevî hemû astengiyan meşiya daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hate kirin. 
 
BI HEZARAN GIRTÎ DI ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
 
Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de girtiyên li 106 girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di 27’ê mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Bi armanca piştgiriya çalakiya girtiyan ji aliyê malbatên girtiyan ve li gelek bajaran çalakiyên Nobeta Edaletê hatin destpêkirin. 
 
ÎHD JI BO BIÇE ÎMRALIYÊ SERLÊDAN KIR
 
Komeleya Mafên Mirovan bi daxwaza şandeyekê bişîne Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di 29’ê mijdarê de serî li Wezareta Dadê da. 
 
DELEGASYONA JINAN A NAVNETEWEYÎ LI TIRKIYEYÊ YE 
 
Şandeya Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesan pêk dihat û hiqûqnas, parlamenter, ekolojîst û nûnerên saziyên civaka sivîl ên welatên cuda yên Ewropayê di nav de di 9’ê kanûnê de serdana Tirkiyeyê kirin. Şandeya ku serdana parêzerên Abdullah Ocalan jî kir dê rapora xwe ya têkildarî agahî negirtina ji Îmraliyê û tecrîdê pêşkeşî saziyên navneteweyî yên weke CPT, NY, Konseya Ewropayê bike. 
 
ROJA XWENDINA PIRTÛKÊN ABDULLAH OCALAN 
 
Di 10’ê Kanûnê de li 160 navendan bi navê “Roja Xwendina Pirtûkên Ocalan a Cîhanê” rojên xwendina pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin lidarxistin. Fîlozof Slavoj Zîzek jî tev li rojên xwendinê bû. Ev çalakiya ku belavkirina fikir û paradigmaya Abdullah Ocalan armanc dike li gelek navendan berdewam dike. 
 
Sibê: Kurd
 
MA / Dîren Yurtsever