Ekolojiyê kirin qurbana rantê, bajarên ji betonê bûn goristan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bajarên beton ên ku ji aliyê rantxwiran ve hatine afirandin, di sala 2023'yan de ji mirovan re bûn gor. Cîhana ku hevsengiya wê ya ekolojiyê hat serobinokirin, gava bi erdhej û lehiyan hejiya, sala 2023'yan ji bo xwezayeke jiyanwer bi têkoşînê derbas bû. 
 
Bi nêzîkatiya berjewendîperest a sermayedaran re krîza avhewayê îşareta karesateke mezin dide. Xwezaya texrîbkirî li rêyên xwenûkirinê dikegere, lê sermadeyadar û rantxwir bênavber tevdigerin. Gava mezaxiya zêde bi hêrsa qezenceke mezin re dibe yek, şerê di bin navê "hilberînê" de tê kirin li hemberî xwezayê gur dube. 
 
Bi taybetî ji bo Tirkiyeyê sala 2023’yan bû salek ku polîtîkayên rantê yên li ser bingeha betonê, bûn polîtîkayên herî berbiçav. Tirkiye ji ber erdhejên 6'ê Sibatê yên bi navenda xwe Mereş ku zêdetirî 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest da, Pakistan û Lîbya jî ji ber lehiya ku zêdeyî 11 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, hejiyan. Her wiha sala 2023'yan wekî sala herî germ jî bebriçav bû. Lê li gel vê jî sermayedar û rantxwir dest ji xebatên xwe yên ji bo madenan, qirkirina daran û avakirina bajarên ji betonê bernedan. 
 
BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Li gel gelek deverên cîhanê li Tirkiyeyê jî madenvaniya zêran hat domandin. Siyanura ku ji bo cewhera zêr bê veqetandin tê bikaranîn, hawizên siyanurê hatin avakirin. Ji Îzmîrê heta Mêrdînê, ji Çiyayê Kazê heta Giyadînê, ji Erzinganê heta Artvînê xebatên li van kanan bênavber dewam kirin. Li Kurdistanê ji ber operasyonên leşkerî li gelek devarn agir bi daristanan ket. Li gel vê di êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe de çekên kîmyewî hatin bikaranîn û xwezayê jî para xwe ji van çekan girt. Di dema êrişan de, li Herêma Federe a Kurdistanê, li Cûdî û Gabarê jî qirkirina daran dewam kir.
 
AVAHIYÊN JI BO RANTÊ HATIN AVAKIRIN
 
Îsal li gel germahiya kûrewî, krîza avhewayê û sotemeniyên fosîl, erdhej û lehiyên mezin jî di rojeva cîhanê de bûn. Li Tirkiyeyê di erdhejên di 6'ê Sibatê de li pey hev li Mereşê pêk hatin û bandor li 11 bajaran kirin, zêdetirî 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 100 hezar kes jî birîndar bûn. Bi deh hezaran avahiyên ku ji bo rantê hatin çêkirin, bûn kavil. Piştî karesatên ku desthlatê ew ji bo xwe kirin keys, li Meclisê biryara "veguherandina bajêr" hat girtin. Piştî vê biryarê Wezareta Veguherandina Bajêr hat avaklirin. Dû re lpêşî li ber wê yekê hat vekirin ku jîngeh bibin "qada rezervê." Navenda bajarê Hatay Antakyayê di vî warî de wekî yekemîn cihê "qada avakirina rezervan" hat ragihandin.
 
LI DIJÎ QIRKIRINA XWEZAYÊ BERXWEDANA GELAN
 
Têkoşîna aktîvîstên hawirdor û ekolojiyê yên ku li dijî qirkirin ekolojiyê ya ji aliyê sermayedaran û bi piştgiriya desthilatê hatin kirin, mohra xwe li sala 2023’yan da. Çalakiya ku şêniyên Deştîn û Îkizkoyê li dijî kana komirê ya li Daristanên Akbelenê hatibû avakirin dabûn destpêkirin di sala 5’emîn de hat domandin. Têkoşîna li dijî HES'an li Behra Reş hat domandin, li Kurdistanê bi taybetî li Çiyayê Cûdiyê li dijî qirkirina daristanan dewam kir. Gundî, ekolojîst û dostên wan her rojên salê li dijî kanên madenan, kanên keviran û kanên çîmentiyê rabûn û hema bibêje her roj çalakî li dar xistin. 
 
Berxwedana ku li qadan dewam kir, li hêwanên dadgehan jî xwe da der. Li Mûgla û Denîzliyê gelek dozên li dijî qirkirina ekolojiyê hatin vekirin. Li hemberî şewata ku ji ber operasyonên leşkerî li bajarên Kurdistanê rû dabû jî, gel bi derfetên xwe têkoşîna xwe domand.
 
Me projeyên di sala 2023’yan de ekolojiyê hedef girtine û têkoşîna li dijî wan berhev kirin.
 
* Li navçeya Marmarîsê ekolojîstan bertek nîşanî ji nû ve destpêkirina pêvajoya ÇED'ê ya ji bo çêkirina otêlê dan û xwestin wezaret guh bide biryara dadgehê û înşeatê bide sekinandin. 
 
* Qada kolandina arkeolojîk a di nav sînorên kana komirê de ku ji aliyê YK Enerjiyê ve li navçeya Mîlasê tê xebitandin, bi makîneyên karî hat talankirin. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan û giliyê şîrketê kirin.
 
* Şîrketên Bikaranîna Zêran a Kozayê li Giyadînê li qadeke 37 hektarî destûrnameya kanmadena zêran girt. 
 
* Welatiyên li gundên quntara Çiyayê Cûdiyê dijîn, diyar kirin ku ji bo birîna darên daristanê tahde li wan tê kirin û walîtiyê jî ji bo vê wiha ragihand: "Em ji bo gund ji nû ve ava bikin daran dibirin."
 
* Şûraya Dewletê cara duyemîn rapora ÇED'ê ya ji bo çêkirina HES'ê ya li ser Çema Zorava yê Sêrtê hatibû dayîn betal kir. Lê belê hewldanên çêkirina HES'ê didomin. 
 
* Di 6'ê Sibatê de bi navenda xwe Mereşe du erdhej ên bi pileya 7.7 û 7.6 li pey hev çêbûn. Ev erdhej bandor li 11 bajaran kirin. Piştî erdhejan li 11 bajaran zêdetirî 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest da û bi deh hezaran avahî hilweşiyan. 
 
* Derz li dîwarên Bendava Kavşaktepe ya li navçeya Qilêban a Şirnexê ketin. Gel ji ber vê dest bi nobetê kir.
 
* Saziya Kontrolkirima Cemaweriyê ya Meclisê ku Baroya Şirnexê ji ber qirkirine daristanan serî li wê da, daxuyaniya ku birîna daran li gor rêbaza Firtoina Bazarê ya Gundiyan û li gor mewzûatê hatiye kirin esas girt û biryara "çareseriyeke dostane" da. Baro li ber vê biryarê rabû. 
 
* 54 saziyên ku di nav wan de Platforma Dijî Nukleerê jî hebû daxuyanî dan: "Em ê dengê xwe nedin tu partiyeke siyasî ya ku nebêje 'Em ê santrala nukleerî bigirin.'"
 
* Li Samandagê ya Hatayê li dijî xirbeyan çalakiyên Nobeda Jiyanê hatin destpêkirin. Mexdûrên erdhejê bi çalakiyên ku bi rojan li dar xistin, bal kişandin ser kavilên li ser hev lodkirî. 
 
* Serokê Partiya Keskan a Kurdistanê Milko Bazyanî ragihand ku Tirkiyê 4 milyon darên herêma Behdînanê biriye.
 
* Platforma Ji Talankirina Dîrok û Xwezayê ya Foça re Na, diyar kir ku li navçeyê bi tonan gaz ber bi esmanê ve tê berdan û got ku li ber çavê şîrketan tu qîmeta bûneweran tune ye.
 
* Di doza ku der barê rapora "ÇED'ê ne lazim e" ya ku li Kargeha Mermerê ya li Geliyê Zîlan a navçeya Erdîşa Wanê hat vekirin de, dadgehê biryara betalkirina projeyê da.
 
* Rayedarên şîrket û wezaretê yên ku xwestin tevli Civîna ÇED'ê ya  hat plankirin li gundê Beypazari Doganyurtê bê çêkirin bibin, ji aliyê gundiyan ve hatin qewirandin.
 
* Kaniyên Termal ên li navçeyên Elkê û Basa yên Şirnexê ji aliyê walîtiyê ve hatin firotin.
 
* Ji ber organîzasyona "Cîlo Fest" ku ji aliyê qeyûmê Geverê ve hat organîzekirin, cemedên Cîloyê bi tunebûnê re rû bi rû man. 
 
* Ji ber barana mûsonê ya ku li seranserê herêma bakur a Hindistanê û li seranserê Pakistanê hat, herî kêm 191 kesan jiyana xwe ji dest da.
 
* Biratiya Çiyayên Kazê ragihand ku tevî ku duyemîn doza li dijî projeya madenan vekirine didome jî, Cengîz Holdîngê dest bi qirkirina daran kiriye
 
* Ekolojîst ji bo qirkirina daran û şewata daristanan ên li Çiyayê Cûdiyê vekolin, çûn herêmê. Li gel astengiyan jî heyetê lêkolînên xwe kirin. Heyetê rapora lêkolînê eşkere kir û got ku divê têkoşîn bi awayekî hevpar bê kirin. 
 
* Ji her derê bi hezaran kes li Akbelenê hatin cem hev û bi xeleke ji mirovan qirkirina xwezayê protesto kirin.
 
* Deşta Feraşînê ku li quntara Çiyayê Katoyê ye, ji aliyê rafînerên petrolê ve hat talankirin. 
 
* Şaredariya Êlihê ya qeyûm tayinî wê hat kirin bi biryara ku di 6'ê Kanûna 2022'yan de girt, qadeke berfireh ku bajaroka Girêsîra, gundê Selîvê, taxa Girbereşk û Çemê Êlihê jî di nav de, ji bo îmarê vekir.
 
* Berdevkê Înîsiyatîfa Keziyên Keskê Zîwer Şêxo diyar kir ku di êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ekolojî wêran bûye û got ku ew ê li dijî vê yekê 4 mîlyon şitil biçînin.
 
* 1'emîn Dadgeha Îdarî ya Wanê biryara "ÇED'ê ne lazim e" ya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya der barê Projeya Regulator û HES'ê ya ji bo Çemê Zîlanê hatibû dayîn, betal kir.
 
* Li Lîbyayê ji ber lehiyê zêdetirî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest da û Derne jî veguherî bajarê xeyaletan.
 
MA / Ahmet Kanbal