Di sala 2023’yan de ji aboriya Tirkiyeyê tenê kavil ma

img
ENQERE - Welatiyên Tirkiyeyê di sala 2023’yan de hîn bêhtir xizan û deyndar bûn û mehkûmî alîkariyên civakî hatin kirin. Prof. Dr. Mûstafa Durmuş diyar kir ku dê ev rewş di 2024’an de jî bidome û wiha got: “Xwe ji bo têkoşîna hevpar amade bikin.”
 
Ev 21 sal in AKP Tirkiyeyê birêve dibe û aboriya welêt ev demekî dirêj e di nava krîzeke mezin de ye. AKP a ku bi îdiaya “Em ê li dijî xizanî, nelirêtî û qedexeyan têbikoşin” bû îktîdar, di nava 21 salan de li şûna çareseriya demokratîk, di polîtîkayên şer de israr kir û aborî anî ber hilweşînê. Di sala 2013’an de pêvajoyeke bi navê “Çareserî” hate destpêkirin û ev pêvajo di sala 2015’an de veguherand konsepta şer. Bi konsepta şer re sermayeya navneteweyî berê xwe ji Tirkiyeyê gerand û sermayeya li hundir jî hêdî hêdî terka welêt kir. Vê yekê jî aboriya Tirkiyeyê anî ber îflasê. Bi demê re krîza hevsengiya dayînan, krîza dovîzê, krîza sektora taybet û krîza deyn a gel û herî dawî jî xetereya krîza bankavaniyê bi xwe re anî. 
 
Bi gotina aborînasan, sala 2023’yan bi kaoseke aboriyê derbas bû. Her çend ku aborî mezin bibe jî, ji ber bêedaletiya di parvekirina dahatê de, para kedkaran a di dahata neteweyî de daket bin ji sê paran yekî. Ev par li Kurdistanê hêj kêmtir bû. Bi enflasyona bilind, bêkariya zêde, bêedaletiya di parvekirina dahatê de û deyndariya zêde ya gel re welatî di sala 2023’yan de bi dorpêça qirkirina aboriyê re rû bi rû man. Di vê salê de welatî ji mal û milk hatin kirin û xizantir bûn. Di sala 2023’yan de xizanî hêj bêhtir belav bû û bi taybet jî ji bo kedkar, teqawid, bêkar, jin, ciwan û zarokan veguherî “xizaniya giran.” 
 
ENFLASYONA BILIND 
 
Hedefa AKP’ê ew bû ku di sedsala nû ya komarê de enflasyonê daxe ji sedî 8’ê. Lê di sala 2023’yan de enflasyon derket lûtkeyê. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK); di dawiya sala 2022’yan de enflasyon ji sedî 64,27 û li gorî Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) jî ji sedî 137,55 bû. Her wiha li gorî TUÎK’ê ji destpêka sala 2023’yan heta niha enflasyon ji sedî 55 zêde bû. Lê ENAG’ê diyar kir ku enflasyon du qetî ji daneyên TUÎK’ê zêdetir bûye. Li gorî ENAG’ê; ji destpêka sala 2023’yan heta niha enflasyon ji sedî 129,27 zêde bû. 
 
Enflasyona xurekê ku di nava bûdçeya malan de xwedî pareke ji sedî 25 e (li bajarên kurdan heta ji sedî 35 jî diçe) jî 15-20 puanan bi ser enflasyona manşet re bû. 
 
BÊEDALETIYA DI DAHATÊ DE 
 
Li Tirkiyeyê hêza bazariya birêxistinkirî ya kedê nema ye û bêedaletiya di dahatê de jî zêde bû. Bi dawiya sala 2022’yan re 17 sektorên taybet ji sedî 69 mezintir bûn û mezinbûna wan derket 26,4 trîlyon lîreyan. Çavkaniya cewherî ya giştî ya van şîrketan ji sedî 93 zêde bû û derket 7,6 trîlyon lîreyan. Her wiha rêjeya firotinê ya van şîrketên taybet ji sedî 113 zêdetir bû û derket 31,5 trîlyon lîreyan. Qezenca wan a di nava salê de ji sedî 423 zêde bû û derket trîlyonek û nîvê. Ji meha îlona îsal ve bankan karê xwe ji sedî 54 zêde kir û bû 440 milyar lîre. Dema li rêjeya parvekirinê tê nihêrin, di sala par de bi eşkereyî karkeran winda kir. Li gorî daneyan, para heqdestên di nava hêzahiya lêzêdebûyî de bi ji sedî 33’yê re daket asta herî jêr û para wan a ji kar derket ser ji sedî 50’ê. 
 
2023 BÛ SALA XIZANBÛNÊ
 
Profesorê Aboriyê Steve Hanke di 18’ê gulana 2023’yan de gotarek nivîsand û got ku li gorî Endeksa Hejariyê ya Salane; li seranserî cîhanê 10’emîn welatê herî zêde hejarî lê heye Tirkiye ye. Yek ji parametreyên din a ku xizaniya li Tirkiyeyê nîşan dide jî bihabûnên pir mezin ên di sînor xizanî û birçîbûnê de ne. Mûçeyê kêmtirîn ji meha îlonê ve 11 hezar û 402 lîre bûn. Sînorê birçîbûnê jî di bin 2 hezar lîreyan de ma. Sînorê xizaniyê jî nêzî 4 qatî mûçeyê kêmtirîn zêde bû. Her wiha li gorî daneyên Lêkolîna Ciwanan a Tirkiyeyê ya sala 2023’yan; derket holê ku ji her 2 ciwanan pirsgirêka herî mezin a ciwanekî zehmetiya xweyîbûnê ye. Li gorî lêkolînê, li Tirkiyeyê her ji du ciwanan yek jê di mijara ragihandin, perwerde û xweyîbûnê de zehmetiyan dikişîne. 
 
Li hêla din, dahatên kedê ku li hemberî enflasyonê pir kêm in, alîkarînedayîna dewletê û pergala bacê ya nebiedalet ku barê heyî têxe ser milê kedkaran, xizaniya li welêt pir zêdetir bû. 
 
HEJMARA KESÊN ALÎKARIYÊ DISTÎNIN ZÊDE BÛ 
 
Li gorî daneyên bernameyên salane yên Serokatiya Stratejî û Bûdçeyê û Weqfa Piştevaniya Civakî û Alîkariyê; hejmara kesên li Tirkiyeyê alîkariya civakî (alîkariya xizaniyê) werdigirin derket 30 milyon kesan. Li gorî daneyan; hejmara kesên alîkariya civakî digirin 22 milyon jê ji ya kesên di dawiya sala 2017’an de werdigirtin zêdetir bûye. Ev hejmar îsal derket 30 milyonan. Bi vê yekê re di nava 5 salên dawî de 8 milyon kesên din li kesên alîkariya civakî digirin zêde bû. Bi vê yekê re di sala sedemîn a Komara Tirkiyeyê de 30 milyon kes bi alîkariya civakî xwe li ser pêyan digirin. 
 
MALBAT DI NAVA ÇIRAVA DEYNAN DE NE
 
Malbat, ji bo ku bikarin li hemberî enflasyona roj bi roj bilin dibe hêza xwe ya kirînê biparêzin, berê xwe dan bikaranîna qerta krediyê û krediya pêdiviyê. Li gorî daneyên ji çavkaniyên cuda hatine bidestxistin; li Tirkiyeyê deynê malbatan kirî d navbera adara 2018-îlona 2023’yan de ji sedî 337 zêde bû vî deynî 2,5 trîlyon lîre derbas kir. Her wiha li gorî daneyên Banka Navendî; di dawiya sala 2019’an de 16,6 milyon kesan krediya mezêxer bi kar dianî û ev hejmar di îlona 2023’yan de derket 19,7 mlyon kesan. 
 
BIKARANÎNA KREDIYA ŞEXSÎ ZÊDE BÛ
 
Li gorî daneyên Banka Navendî; di bikaranîna krediyên şexsî de para derdora biheq sal bi sal zêde bû. Li gorî vê yekê; ji kartên krediyan ji sedî 60 jê krediya pêdiviyê, ji van krediyan ji sedî 73 zêdetir ên kesên bi mûçe û mûçeyê kêmtirîn mûçeyê debara xwe dikin e. Di Rapora Îstîqrara Fînansî ya dawî ya Banka Navendî de ev daneye hatin parvekirin; hejmara bikarhinêrên çalak ên kartên krediya şexsî û rêjeya deyndariya şexsî jî zêde bûn. Li gorî daneyan; hejmara kesên karta krediyê bi kar tînin zêde bûye. Li gorî vê; di dawiya sala 2019’an de vê rêjeyê 20 milyon kes derbas dikir û di îlona 2023’yan de nêzî 27 milyon kesan bû. Bi vê yekê re hejmara bikarhinêrên karta krediyê di nava 4 salan de ji sedî 30 zêdetir bû. Daneyeke din a girîng ku balê dikişîne jî zêdebûna krediyên pêdiviyê û kartên giştî bû. Bi vê yekê re; di sala 2018’an de rêjeya bikaranîna krediyên pêdiviyê û kartê bi giştî ji sedî 56 bû lê niha derketiye ji sedî 74’ê. 
 
‘DIVÊ JI BO TÊKOŞÎNA HEVPAR AMADE BIN’ 
 
Pisporê aboriyê Prof. Dr. Mûstafa Durmuş têkildarî bandora rewşa aboriya 2023’yan ku dê li salên pêş bike axivî. Durmuş, diyar kir ku dê di salên 2024 û 2025’an de fatûreyeke giran a krîza aborî li gel bê birîn û wiha got: “Divê civak ji bo têkoşîneke hevpar amade be.” 
 
Durmuş, diyar kir ku îktîdara heyî ji bo di hilbijartinê de têk neçe, bi polîtîkayên darayî yên populîst karî krîza giran a îktîsadî taloq bike û wiha domand: “Lê ev krîz tenê hinek taloq kir. Di vê navberê de pêdiviya aboriyê ya bi dovîzê didome lewma ji bo çavkaniyên biyanî hêj zêdetir bikevin welêt, Bankaya Navendî rêjeya faîzan ji sedî 8,5’ê derxist ji sedî 40’an. Tevî vê yekê jî hejmara sermayedarên tên welat di asta tê xwestin de nîne. Ji ber ku di Lîsteya Gewr de ye, nikare serî li IMF’ê jî bide.” 
 
‘DÊ ENFLASYON Û BÊKARÎ DI 2024’AN DE JÎ BIDOME’ 
 
Durmuş, destnîşan kir ku dê enflasyona bilind û bêkarî di sala 2024’an de jî bidome û axaftina xwe wiha qedand: “Zêdekirina rêjeya faîzan, dê bibe sedema tengbûna aboriyê. Ev yek jî dê bike ku leza mezinbûnê kêm bibe. Ev tevek jî nîşan didin ku dê di sala pêş de ‘stagflasyon’ li welêt serwer be. Îktîdar ji bo xwe ji vê xelas bike plan dike ku îxracatê zêde bike ku ev jî tê wateya hîn bêhtir kêmbûna heqdestên reel û xizanbûna gel. Ev rewş dê bike ku rejîma otorîter a îslama siyasî ya li welêt hîn bêhtir tund tevbigere. Li hêla din ev rewş dê rê li ber nerazîbûna gelan û çîna kedkar veke û dê bike ku serî rakin. Jixwe grevên karkeran ên di mehên dawî de pêş dikevin jî nîşaneya vê ye. Ev yek jî nîşan dide ku divê hêzên kedkar, demokrasî û aştiyê ji bo dema pêş amadekariya têkoşîneke hevpar bikin.” 
 
Sibe: Tenduristî 
 
MA / Selman Guzelyuz