Di çalakiya li ber NY’yê de, banga ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re 2023-02-08 20:46:38   CENEVRE - Di çalakiya li ber avahiya NY’yê de ya li Cenevreyê ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê dewamkirin, yên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn û bang ji bo piştevaniyê hat kirin. Di çalakiya rûniştinê de ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, kesên ji ber erdheja li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn. Di çarçoveya pêngava“Dem dema azadiyê ye“ de ji 25’ê Çileya sala 2021’ê ve roja Çarşemê çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Ji bo bi hezaran kesên ji ber erdhejê li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. ‘EM BAŞ TEV LI KAMPANYAYA HEYVA SOR BIBIN’ Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Erdal Atasoy, anî ziman ku sed sal in kurd bi şer û qetlîaman dibin armanc û polîtîkaya dewleta tirk a berpêyî kurdan bi bîr xist û wiha axivî: “Gelê Kurdistanê îro jî rû bi rûyê felaketa erdhejê bû. Xerakirina erdhej li Kurdistanê bûye sedem, hêdî hêdî derdikeve holê. Alîkariya ji bo cihên erdhej lê rabûye tê şandin, ji aliyê dewleta tirk ve tê astengkirin. Divê em baş tev li kampanyayê bibin ku ji aliyê Heyva Sor ve hatiye destpêkirin.“ Di çalakiyê de, banga tevlêbûna meşê hat kirin ku wê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, di 12 Sibatê de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê lidarxistin.