Ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana ‘DEM a me ye’ derket

NAVENDA NÛÇEYAN - Muzîkjenê kurd Bîrhat Kurdî ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana bi navê ‘DEM a me ye’ ku gotin û muzîk aydê wî ne derxist. 
 
Bakurê Kurdistanê û Tirkiye ber bi hilbijartinên herêmî yên ku dê di 31’ê Adarê de bên kirin ve diçe. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî bi vekirina buroyan, serdana dikandaran, hevdîtinên bi gel re kolan bi kolan, tax bi tax, navçe bi navçe û bajar bi bajar xebatên xwe dimeşîne. Muzîkjenê kurd Bîrhat Kurdî ku li Komeleya Çandê ya Kurd a li bajarê Freiburgê yê Almanyayê xebatên xwe dimeşîne, ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana bi navê ‘DEM a me ye’ derxist. Gotinaydê Bîrhat Kurdî û muzîk jî aydê wî û Awazê Çiya ye. Aranjeyê muzîkê jî Ciwan Ayaz kiriye. 
 
Gotinên strana “DEM a me ye” ya Bîrhat Kurdî wiha ne: 
 
“Dengê xwe bide dengê xwe 
Xiyanet neke li qewmê xwe 
Rake vê zilmê ji ser xwe 
Birîna di dil da gelek e 
Birîn di dil da gelek e 
 
Ev dem e  ev dem a me ye 
Partî û hebûna me ye 
Riya azadiya me ye 
Berxwedan her doza me ye 
 
Xortê ciwan rabe ser xwe 
Ev dem dema min û te 
Keça hêja rabe ser xwe 
Ev dem dema min û te 
 
Ev dar ji reha dilê me 
Em bicivin tev li dorve 
 
Ev dem e  ev dem a me ye 
Partî û hebûna me ye 
Riya azadiya me ye 
Berxwedan her doza me ye”